Li Gallerê ji bo Ocalan çalakî hate lidarxistin
Li bajarê Newport ê Gallerê, ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate lidarxistin.
Li bajarê Newport ê Gallerê, ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate lidarxistin.
Bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Gallerê meşek hate organîzekirin. Çalakger bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, KCK, YPG û YPJ'ê meşiyan.
Di çalakiyê de hat gotin, "Nêzîkatiya li Ocalan nêzîkatiya li gelê Kurd e."
Tevî Kurdistaniyan her wiha Gallerî jî tevlî meşê bûn. Di meşê de bang hate kirin ku piştgiriyeke xurt ji gelê Kurd re bê dayin.