Onder: Welat tev tecrîd kirine

Berdevkê heyeta Îmraliyê Onder got, ji ber ku di wexta xwe de îtiraz li sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê nehat kirin, welat tev hatiye tecrîdkirin û bang li her kesî kir ku helwestê nîşan bide.

Berdevkê Heyeta Îmraliyê yê HDP'yî Sirri Sureyya Onder diyar kir ku Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û saziyên ser bi wan ve ketine bi bandora feraseteke teng û di bin tesîra dîplomasiya şantajê ya qirêj a AKP'ê de man e.

Parlamenterê HDP'yî Sirri Sureyya Onder, der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku ji ber spekulasyonên li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan hatin kirin ji bo çûyina Îmraliyê ew bi rayedaran re axivîne, lê belê encam negirtine. Onder got, "Qîma xwe tenê bi axaftinê anîn. Bersive nedan. Me daxwaza xwe dubare kir. Em bi israr vê dixwazin."

JI BER KU DI DEMA XWE DE ÎTIRAZ NEHAT KIRIN...

Onder got, ji ber ku di dema xwe de îtiraz li sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê nehat kirin, rejîma hemû girtîgehan îro veguherîne sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê û wiha dewam kir: "Rewş ji vê jî wêdetir e. Welat tev tecrîd kirine, îzole kirine. Ji aliyê dîrokî ve mirov êdî dikarin rewşeke giştî tespît bikin. Tecrîda li Îmraliyê kengî veguherî diyalogê wê wextê bayekî xurt ê aştî û demokrasiyê li welêt der dibe. Kengî nêzîkatiya tecrîd, ewlekarî û îzolasyonê tê mezinkirin, hingî jî welat di nava xwe de û li herêmê dikeve rewşeke kaotîk û şer. Ji ber vê yekê, ev ne tenê meseleyeke HDP'ê ya jî ya Kurdan e. Jê wêdetir e. Weke heyeta Îmraliyê em bi hemû hewldanên xwe dixwazin vê rastiyê bidin dîtin."

SERÎ LI BER DÎPLOMASIYA QIRÊJ TEWANDIN

Onder di dewama axaftina xwe de anî ziman ku Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û saziyên ser bi wan ve ketine bin bandora feraseteke teng û got, "Tirkiye meseleya penaberan weke hêzeke gefxwarinê bi kar tîne. Em dibînin ku ev yek bandorê li ser saziyên ku divê serbixwe bin, dike. Sermeselê; CPT pêkanîn û hesasiyetên xwe yên berê nîşan nade. Eşkerekirina raporên xwe jî di nav de, çend gotinên giştî digot. Mînak, weke gotina 'Em ji mercên tenduristiyê ewle bûn'. CPT ne mecbûr e ku her raporeke xwe eşkere bike, lê belê dema ku daxwaz ji civakê dihate kirin, daxuyanî didan. Mînakên vê hene. Vê jî nakin û xwe kerr kirine. Bawerim di vir de dîplomasiya qirêj bi bandor bûye."

WATEYA NÊZÎKATIYA LI OCALAN

Onder diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan naxwaze nêzîkatiya li wî weke rojeveke şexsî yan jî daxwazeke şexsî bê dîtin û ev nirxandin kir: "Ocalan digot, 'nêzîkatiya li vê derê, nêzîkatiya li min nêzîkatiya li aştî û demokratîkbûnê ye. Eger di vir de cidiyet û cesaretek nayê nîşandan, wê demê ti qîmetê gotineke wan a ji bo aştiyê yan jî demokratîkbûnê nîne'. Ji daxwazeke şexsî wêdetir, di ser îradeya aştî û demokratîkbûna welêt mijar dinirxand."

BLOKA DIJMINATIYA LI KURDAN

Sirri Sureyya Onder da xuyakirin ku hemû tifaqên hikumeta AKP'ê yên herêmî, ji aliyê kategorîk ve dijminatiyê li gelê Kurd dikin û got, "Ji ber ku bi AKP'ê re jî îrade û cesareta ku karibe pisûle û nexşerêya demokratîkbûnê ya Ocalan bi cih bîne nîne, ketiye nava vê tifaqê. Tifaqên xwe li ser feraseta şer ava dike."

QET NEBÛN XWEDÎ PROJEYÊN ÇARESERIYÊ

Li ser wateya tecrîdê û nêrîna dewletê ya li Ocalan parlamenter Onder ev nirxandin kir: "Dewlet gelekî baş Birêz Ocalan nas dike. Demeke dirêj pê re diyalog û çavdêrî kir. Birêz Ocalan ne mirovekî welê ye ku li gorî daxwaza wan tiştekî bêje. Di pêvajoya hevdîtinan de me hurmeta ku hikumet û dewletê dida Birêz Ocalan ji gotinên wan fêhm dikir. Yanî dixwazim vê yekê bêjim. Nêzîkatiya 'em ê vê bixwazin, Ocalan jî wê wê bêje' tine bû. Dizanîbûn ku maraton wê zehmet be. Pirsgirêk ew bû ku ji îradeya bicihanîna pêwîstiyên demokratîkbûnê dûr bûn. Ji destpêkê ve projeyeke xwe ya demokratîkbûnê nebû. Mesele tenê ewke meseleya 'ewlekariyê' dinirxand."

BANGA LI HÊZÊN DEMOKRATÎK

Berdevkê Heyeta Îmraliyê Onder destnîşan kir ku tecrîd ne tenê meseleya Ocalan e û bang li hemû hêzên demokratîk kir ku li dijî vê pêkanîna li derveyî mirovahiyê helwestê nîşan bidin.