Li girtîgeha Xarpêtê binpêkirinên mafan

Girtiyê bi navê Alî Gerden ê di Girtîgeha Tîpa F a Xarpêtê de girtiye, diyar kir ku hemû mafên tedawiyê û tenduristiyê tê astengkirin û got ‘Qadên hevpar ên menzelan jî bi kamerayê tên şopandin.’

Li girtîgehan binpêkirinên mafan, miameleya xirab û êşkence bi dawî nabin. Bi taybetî li girtîgeha Xarpêtê binpêkirinên mafan di asta herî roj de ne û girtiyên nexweş nayên dermankirin. Girtiyê bi navê Alî Gerden ê li Girtîgeha Tîpa F a Xarpêtê tê girtin bi nameyekê diyar kir ku hemû mafên tedawiyê û tenduristiyê tê astengkirin û got, qadên hevpar ên menzelan jî bi kamerayê tên şopandin.

‘MAFÊN TENDURISTIYÊ TÊ ASTENGKIRIN’

Gerden di nameya xwe de diyar kir ku di 28’ê Mijdarê de ew ji Girtîgeha Tîpa T a Wanê sirgûnî, Girtîgeha Tîpa F a Xarpêtê bûye û li ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê jî ev tişt got: “Ji dema ku ez sirgûnî Xarpêtê hatime kirin û vir ve, ez di hucreyê de têm girtin. Hemû mafên tedawiyê û tenduristiyê tên astengkirin. Dîsan qadên hevpar ên menzalan jî bi kamerayê tên şopandin. Rêk û pêk ava germ nadin girtiyan. Cezayê dîsîplînê yê keyfî didin û li ser girtiyan lêgerîna tazî tê ferzkirin.”

‘DIVÊ RAYA GIŞTÎ VÊ BAŞ BIBÎNE’

Gerden di dewama nameya xwe de da zanîn ku roja ku ew hatiye vê girtîgehê û vir de binpêkirinên mafan dewam dikin û di nameya xwe de got, “Hêj rojname, pirtûk û kovaran nadin girtiyan. Dîsa yek jî pirsgirêka herî mezin jî revîr e, lê hêj revîr nehatiye sererastkirin. Ji ber ku revîr tine, hevalên me yên nexweş nayên dermankirin. Girtiyan sewqî nexweşxaneyê jî nakin. Girtiyên ji girtîgehên cuda sirgûnê vir dikin, lêgerîna tazî li ser wan ferz dikin. Hin girtiyan jî diavêjin hucreyê. Pêkanînên derveyê mirovahiyê û êşkenceyê dewam dike. Divê raya giştî vê êşkenceyê bibîne û her kes di vî warî de dilnizm be. Kes nikare êdî li vir bijî."