Qedexekirina şeva ji bo Efrînê li Berlînê hate şermezarkirin

Qedexekirina şeva ji bo piştevaniya Efrînê ya li bajarê Berlînê, ji aliyê Kurdistanî û antîfaşîstên Elman ve bi mîtîngekê hate şermezarkirin.

Şeva ji bo piştevaniya Efrînê ku dihate plankirin roja 3'ê Kanûnê li paytexta Elmanya Berlînê bê lidarxistin, bi hincetên kêfî yên polîsan hatibû qedexekirin. Kurdistanî û Elmanan mîtîngek li dar xistin û qedexe şermezar kirin.

Çalakiya protestoyî bi pêşengiya NAV-DEM Berlîn û Meclîsa Jinê ya DEST-DAN hate lidarxistin û tevî Kurdistaniyan her wiha antîfaşîst û hêzên çepgir ên Elman jî tevlî bûn.

Mîtîngê saet di 14:30 de li Lîebegstrasse'yê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre peyam hatin dayin. Qisekeran bal kişandin ser têkoşîna li Kurdistanê û destnîşan kirin ku li dijî polîtîkayên zordar ên dewleta Elman ên li dijî gelê Kurd, divê têkoşîn were geşkirin.

DERSIM: EM Ê TI CARÎ SERÎ NETEWÎNIN

Berdevkê Karên Derve yê NAV-DEM'ê Arîf Dersim li vir axivî û gotina 'Yê ku xwe nelivîne, bi giraniya zincîran nahese' ya Rosa Luksembûrg bi bîr xist û got, dewleta Elman dixwaze civakeke tevizî biafirîne ku li ber polîtîkayên qedexeyê ranabe, rexne nake û li mafên xwe nagre.

Dersim got, "Lê belê em li ber xwe didin û ji ber ku tevdigerin, haya me ji zincîrên me hene. Lewma weke gelê Kurd li Elmanyayê zext û bêhiqûqî li me tê kirin." Dersim destnîşan kir ku wê ti carî serê xwe li ber zextan netewînin. Berdevk Dersim işaret bi girîngiya çalakiya hevpar a bi komên antîfaşîst re kir û got, bi hevkariyên bi vî rengî zext dikarin bên şikandin.

ANTÎFAŞÎSTAN ALA PKK'Ê VEKIRIN

Endamên koma antîfaşîst jî ragihandin ku divê qedexeya li ser PKK'ê were rakirin, dawî li zextên li ser Kurdan bê anîn û qedexekirina reng û sembolên Kurdan bi dawî bibin. Di dema çalakiyê de fîşekên hewayî hatin teqandin, salvegera damerandina PKK'ê hat pîrozkirin û endamên koma antîfaşîst ên derketin ser banê xaniyan alên PKK, YPG û YPJ'ê li ba dan û qedexe şermezar kirin.

NE SERMAYÊ, NE JÎ ZEXTA POLÎSAN KARÎBÛN BI ÇALAKGERAN

Tevî hemû hewldanên polîsan ên ji bo pêşîgirtina li çalakiyê û ligel hewa sar jî mîtîng bi coşeke mezin hate lidarxistin û dirûşmên ji bo PKK û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin qîrîn.

Suleyman Çarnewa, şanoger Yildiz Gultekîn û koma govendê ya NAV-DEM'ê di mîtîngê de derketin pêşberî çalakgeran û hunera xwe pêşkêş kirin.

Çalakî piştî gerandina govendê ya li ber dahol û zirneyê qediya.