Li Bakurê Sûriyê qonaxeke nû: Hilbijartin

Gelên Bakurê Sûriyê bi van hilbijartinan ji cihanê re got, ‘Em hêz in, sîstema xwe ava dikin û modela ku em pêşkêş dikin, dikare bibe mifteya çareseriyê li tevahiya Sûriyê.’ Bawer dikin ku ev helwest ji aliyê hemû hêzan ve hat dîtin.

Li tevahiya Bakurê Sûriyê, hilbijartinên herêmî pêk hatin. Û bi qasî ku me şopand, her wiha li gorî daxuyaniyên heyetên hilbijartin şopandî, ev xebat bi awayekî serketî bi dawî bû. Ji bo şoreşa Rojava ev hilbijartin û her wiha hilbijartinên giştî ku wê meha yekê ya sala pêşiya me pêk werin, pirr girîng in. Mixabin, bi qasî girîngiya xwe û bi qasî ku heq dikin, van hilbijartinan di çapemeniyê de, her wiha di çapemeniya Kurdan de jî cihê xwe negirt. Lê dîsa jî dinyayê dît ku li Bakurê Sûrî sîstemeke demokratîk, sîstemeke ku xwe dispêre civakê, tê saz kirin.

Şoreşa Rojava heta niha zêdetir bi têkoşîn û şerê li hemberî DAIŞ’ê hat naskirin. Lê belê, şoreşa Rojava ne tenê şoreşeke çekdarî ye. Eger beriya her tiştî ji aliyê civakî ve guhertin nebin, şoreşa civakî pêk neyê, çek, siyaset û dîplomasî nikarin bi ser kevin. Ji ber vê yekê hêza herî sereke civak e. Şoreşa civakî dikare deriyê gelek şoreşên siyasî û çekdarî veke. Lê eger şoreş ji aliyê civakî ve qels bimîne û aliyê siyasî û leşkerî derkeve pêş, wê demê xeter heye. Ji ber ku, heger civat ne rêxistinkirî, zane û polîtîk be, wê demê nikare destketiyên leşkerî û siyasî biparêze.

Sedema sereke ya serketina şoreşa Rojava rêxistinbûyina civakî ye. Ev jî ne karê çend salên dawî, encama keda bi dehan salan e. Û ev şoreş îro êdî hatiye qonaxeke nû, ango qonaxa herî girîng.

Ji ber ku DAIŞ êdî hat şikandin. Erê dîsa jî xeter heye, lê belê êdî weke berê ev komikên çeteyan nikarin bi awayekî giştî êriş bikin. Ew dem çû. Li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê sîstema xweparastinê, sîstema parastina leşkerî hat rûnandin.

Niha xetera herî mezin ji bo gelên Bakurê Sûriyê dewleta Tirk e. Berê jî wisa bû, lê berê bi rêya DAIŞ û El-Nûsrayê ev dikir. Niha hewl dide bi destê xwe, rasterast bike. Tehlûkeya dewleta Tirk jî ne leşkerî ye. Zêdetir jî siyasî û dîplomatîk e. Hemû derfetên xwe yên dewletbûnê bi kar tîne û dixwaze li ser maseya çareseriya aloziya li Sûriyê, Kurd neyên naskirin. Tirkiye ji bo vê yekê dixwaze rêveberiya Şamê jî îqna bike, her wiha bi Îranê re ji xwe di hevkariyê de ne. Dixwazin qirkirina Kurdan a ku di sedsala bihurî de temam nekirin, bidin dewamkirin û temamkirin!

Tirkiye û hevkarên wê, ji bo vê yekê niha dixwazin hêzên sereke yên cihanê razî bikin. Ev hewldanên wan, dewam dikin. Mirov dikare bibêje paradîgmaya wan têk çûye, êdî nikarin sîstema berê bidin dewamkirin. Lê belê, dîsa jî xeter heye û ji bo vê xeterê jî tedbîr pêwîst in.

Baş e, çi ne ev tedbîr?

Ji bo parastina civakê, ji bo tedbîrên li hemberî dewleta Tirk, rêveberiya Şam û Tehranê, tedbîra herî mezin bêguman sazkirina sîstema xwe ye. Ango pratîzekirina xeta sêyem e. Hevkariya Kurd, Ereb û hemû gelên li Sûriyê ye. Belê heta niha şer hat kirin, dinyayê heta astekê destek da, lê belê garantiya paşerojê nîne. Eger gel bi xwe nebe hêz, li dinyayê kes alîkariyê nade kesî. Garantî gel bi xwe ye. Bendewariya ji Emerîka û Rûsyayê xefleteke mezin e. Pêwîst e, hêza herêmî mezin bibe ku hêzên weke Emerîka û Rûsya nikaribin wan nebînin. Hilbijartinên roja 1’ê Kanûnê da nîşandan ku gelên Bakurê Sûriyê, sazî û dezgeh, rêveberiya Rojava û Bakurê Sûriyê gihiştine vê bîreweriyê, li gorî vê yekê tevdigerin.

Gelên Bakurê Sûriyê bi van hilbijartinan ji cihanê re got, ‘Em hêz in, sîstema xwe ava dikin û modela ku em pêşkêş dikin, dikare bibe mifteya çareseriyê li tevahiya Sûriyê.’ Bawer dikin ku ev helwest ji aliyê hemû hêzan ve hat dîtin. Civakê îradeya xwe beyan kir, niha jî dem dema xwedîderketina li vê îradeyê ye!

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA