Li dijî 19 wekîlên HDP'yî fezleke hatin amadekirin
Der barê 19 parlamenterên HDP'yî de ku li Meclîsê rakirina destnedanê protesto kiribûn, fezleke hatin amadekirin.
Der barê 19 parlamenterên HDP'yî de ku li Meclîsê rakirina destnedanê protesto kiribûn, fezleke hatin amadekirin.
Der barê 19 parlamenterên HDP'yî de, bi sedema ku roja 2'ê Gulana 2016'an di dema nirxandina 'rakirina mafê destnedanê' de li Meclîsê bi qîrîna dirûşman ev guhertin şermezar kirin, fezleke hatin amadekirin. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê qîrîna dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ber bikevin" û "Bijî Serok Apo" ji xwe re kir hincet û der heqê parlamenteran de fezleke amade kir. Sozgeriya Tirk fezleke ji Wezareta Edaletê re şand ji bo radestî Meclîsê bike.
PARLAMENTERÊN KU FEZLEKE DER BARÊ WAN DE HATIN AMADEKIRIN
Parlamenterên ku der barê wan de fezleke hatin amadekirin ev in: Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Sîbel Yîgîtalp, Çaglar Demîrel, Huda Kaya, Ayşe Acar Başaran, Adem Geverî, Mîthat Sancar, Ferhat Encu, Gulser Yildirim, Îbrahîm Ayhan, Garo Paylan, Bedîa Ozgokçe Ertan, Meral Daniş Beştaş, Mahmût Togrûl, Ertûgrûl Kurkçu, Mizgîn Irgat, Saadet Becerîklî, Nadîr Yildirim û Ziya Pîr.
Parlamenter Besîme Konca û Nûrsel Yildirim ên parlamenteriya wan hate betalkirin jî ketin ber lêpirsînê.