HDK-A Koln kongreya xwe ya 1. li dar xist

Kongreya Demokratîk a Gelan li Ewropayê (HDK-A) ya Kolnê, 1. kongreya xwe ya asayî bi şiyara "Niha dema HDK'ê ye" li dar xist.

Li salona kongreyê pankartên bi nivîsa "Siyaseta demokratîk nikare bê tasfiyekirin", "Dest ji aştiya civakî nayê berdan", "Em cesaretê belav bikin, hêviyê mezin bikin" û "Pêwîstî bi peymana civakî ya nû heye" hatin daliqandin.

Kongre bi beşdariya gelek delegeyan bi banga têkoşîna hevpar li bajarê Koln ê Elmanyayê pêk hat.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Hevberdevkê HDK-A Elmanyayê Alî Mîtîl axivî.

Piştre Hevberdevka HDK-A Elmanyayê Elîf Sonzamanci mafê axaftinê girt û işaret bi têkiliyên qirêj ên navbera Tirkiye û Elmanyayê kir. Sonzamanci got, "Em li ber qedexeyên ku li ser me tên ferzkirin rabidin. Em ê van pêkanînên kêfî û qirêj ti carî qebûl nekin. Di çarçoveya kampanya 'Êdî bes e' de wê çalakiyên me dewam bikin."

Piştî axaftinan li pêşniyaran hate guhdarîkirin û kongre bi pirs û dayina bersivan dewam kir.

Li dû xwendin û nirxandina raporan, hilbijartina meclîsê hat kirin û ji bo desteya rêveber 9 kes hatin hilbijartin.

HDK-A heta niha li 14 bajarên Elmanyayê meclîsên xwe ava kiriye. Li 20 bajaran jî karê birêxistinkirinê dike.