'Me dest li dîroka tarî ya gelekî werdidan'
Kaytan: Karê ku dest pê dikir karekî ji rêzê nebû. Dest li dîroka gelekî ku di nava tarîtiyê de winda dibû dihate werdan. Ev wezîfeyeke bi rûmet û dîrokî bû. Berpirsyariya xwe giran bû.
Kaytan: Karê ku dest pê dikir karekî ji rêzê nebû. Dest li dîroka gelekî ku di nava tarîtiyê de winda dibû dihate werdan. Ev wezîfeyeke bi rûmet û dîrokî bû. Berpirsyariya xwe giran bû.
Koma Apoyî ku ji sala 1973'an û pê ve gav bi gav dibû kom, di sala 1975'an de êdî kadroyên sereke li hev dicivand. Kadroyên sereke jî, tevî Kemal Pîr û Hakî Karker, Cemîl Bayik, Dûran Kalkan, M. Hayrî Dûrmûş, Mûstafa Karasû û Riza Altûn e.
Yek ji kadroyên damezrîner ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan ku tevlî civîna li Çûbûkê bû, bi wesîleya sala 40. têkoşîna PKK'ê nirxand.
Kaytan diyar kir ku berî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi xwe nas bike, navê wî bihîstiye û got, "Li panoya fakulteyê danezanek hatibû daliqandin. Navê 20 xwendekarên ku heq standibûn ku ji Wezareta Maliyeyê bûrsê bigirin. Yek ji wan jî Abdullah Ocalan bû. Paşnavê wî Ocalan (Yê tolê hiltîne) gelekî bala min kişandibû."
Alî Haydar Kaytan bi bîr xist ku Ocalan ji ber çalakiya protestokirina Komkujiya Kizildereyê ku li fakulteyê pêk hat, tevî komek ji hevalan roja 6'ê Nîsanê hatibû girtin û got, "Piştî 7 mehan ev hevalên me hatin berdan. Baş nayê bîra min, lê ya ezmûnên serdema payîzê bû ya jî hê serdema nû ya perwerdeyê nû dest pê kiribû. Piştî ku ji dersê derketim Rêber Apo hat cem min, silav da min û xwe da naskirin. Min jî jê re got, 'derbasî be' û got ku min navê wî bihîstiye. Xwest bi min re bipeyive, min jî got, dibe. Wî jî got, 'wê wextê em hinekî bimeşin'. Eşkere bû ku bi rengekî hay ji xwe heyî tevdigeriya. Mîna ku sireke ku kes pê nizane parve dike, tevdigeriya. Ji ber ku bilêvkirina gotina 'Kurd' û 'Kurdistanê' bi serê xwe hinceta girtinê bû."
HEWL DA QALA MIROVBÛNÊ BIKE
Kaytan da xuyakirin ku ew ji Cebecî bi rê ket, heta Sihhiye meşiyan; derbasî Kizilayê bûn û ji wir jî vegeriyan Cebeciyê. Alî Haydar Kaytan da zanîn ku ew bi qasî sê saetan meşiyan û got, "Yê diaxivî Rêber Apo bû. Eger hewl bidim ku bi hevokekê naveroka wê axaftinê bînim ziman dikarim bêjim; ji aliyê dîrokî û civakî ve hewl da ji min re qala mirovbûnê bike."
Ji bo pirsa "Di vê axaftinê de herî zêde çi bala we kişand?" Kaytan ev bersiv da:
Li ser rastiya Kurd û Kurdistanê sekinî. Bi kurtasî qala dîroka Kurdan kir. Bal kişand ser hemû raperînên Kurdan ên di sedsala 19'an de rû da û sedemên wan raxist pêş çavan. Piştî Şerê Yekemîn ê Cîhanê, hilweşîna Împaratoriya Osmanî, parçebûna Kurdistanê ya di şer de û şêweyê avabûna dewleta Tirk a nû, bi şîroveyên wî min baştir fêhm dikir. Xusûsa ku herî zêde bandor li min kir; ji nû ve dagirkirina Bakurê Kurdistanê bû ku TC di navbera salên 1925-1940'î de kir. Hin gavên ku me ew weke raperînê dinasî, li dijî provokasyonên dewleta Tirk a ku dixwest parçe bi parçe Kurdistanê dagir bike, weke nerazîbûnekê rû dabûn. Dewleta nû ya li ser enqazê Osmaniyan ava bû, hêza xwe tine bû ku Kurdistanê di carekê de bi temamî dagir bike û bixe bin serweriya xwe. Ji ber vê yekê hewl dida dagirkirina Kurdistanê di nava demekê de bike û parçe bi parçe Kurdistanê bixîne. Herî dawî bi qirkirina Dersimê re dagirkeriya leşkerî temam bûbû û heman piştî wê jî serdema qirkirina spî dest pê kiribû. Kurdistan êdî welatekî ketibû bin mêtingeriyê bû. Dewleta TC polîtîkayeke gelekî giran a înkar û tinekirinê dimeşand. Gelê Kurd xistibû nava pêvajoya tinebûnê. Kapîtalîzma ku li Kurdistanê derdiket holê Kurd nedikir netewe. Berevajî xurt hê bêhtir dixist nava pêvajoya tinebûnê. Wezîfeyeke bingehîn a welatparêziyê ya her mirovekî şoreşger ê dilsozê civaka xwe bû ku dest li vê rêveçûnê werde û pêşî li tinebûnê bigire."
MÎNA KU RONÎ BIKEVE ÇAVÊ MIROVEKÎ KOR, KÊFXWEŞ BÛBÛM
Kaytan diyar kir ku dema Ocalan gihîşt dawiya axaftina xwe pirsa "tu çi difikre?" lê kiriye û got, "Min jî bi qasî ku jê fêhm kir, nêrîna xwe anî ziman. Bi taybetî tespîta 'Kurdistan welatekî di bin mêtingeriyê de ye' gelekî bandor li min kiribû û min ev jê re got. Min jê re got; tevî ku mirovekî ji eşîreke ku di berxwedana Dersimê de cih girtiye û qirkirinê bandoreke giran lê kiriye, tevî ku zarokê dê û bavekî ji neçarî hatine sirgûnkirine jî, min sedema vê hovîtiya li Dersimê baş fêhm nekiribû û bi saya nirxandinên wî niha baştir fêhm kiriye. Ji ber vê yekê min jê re got ku gelekî kêfxweş im. Bi rastî jî kêfxweş bûm. Mîna ku ronî bikeve çavê mirovekî kor, kêfxweş bûm."
CIVÎNA DESTPÊKÊ YA LI BINÊ DAREKE LI ÇÛBÛKÊ
Ji damezrînerên PKK'ê Alî Haydar Kaytan di dewama axaftina xwe de qala civîna destpêkê ya li binê darek li Çûbûk a Enqereyê kir:
"Wê wextê, dema darbeya 12'ê Adarê bû. Dema ku min Rêber Apo nas kir, hê darbekar li ser kar bûn. Zextên faşîst dewam dikirin. Lê di vê demê de Rêber Apo bi şexsî têkilî bi ciwanên Kurd ên li zanîngehê xwendekar bûn têkilî datanî û hewl dida nêrînên xwe ji wan re bêje. Sal 1973'ê bû, hejmara ciwanên ku têkilî bi wan re danîbû gihîştibû pênc kesan. Bêguman Kemal Pîr û Hakî Karer li derveyî wan dihêlim. Ev her du ciwanên şoreşger ên nemir, beriya me Rêber Apo nas kiribûn û nêrînên xwe par ve kiribûn. Hêza wan a fêhmkirin û têgihiştinê ji ya me zêdetir bû. Her du jî Tirkiyeyî bûn. Rêber Apo jî hewl dida komeke şoreşger a Kurdistanî ava bike. Nikarîbû ji şoreşgerên Tirkiyeyî re bigota 'werin hûn tevlî rêxistinbûna me ya komê bibe'. Tevî ku berî me hemûyan her du nas kiribû jî, ji ber vê yekê ji bo civîna navborî bang li her du hevalan nekiribû. Lê belê ew mîna endamên eslî yên komê tevdigeriyan.
Newroza 1973'an bû. Rojeke betlaneyê bû. Li ser daxwaza Rêber Apo em li otobusekê siwar bûn û derketin derveyî Enqereyê. Em bi giştî şeş kes bûn. Piştî wextekê em ji otobusê peya bûn û ber bi cihekî ku darên çamê lê bûn meşiyan. Dûre em hemû li binê darek çamê rûniştin. Cihê ku em çûbûn, bawerim seyrangeh bû. Em her pênc mirov tevî ku me hev nas dikirin jî, cara yekê bû ku bi vî rengî li hev rûdiniştin."
ME DEST LI DÎROKA GELEKÎ YA DI NAVA TARÎTIYÊ DE WINDA DIBÛ WERDIDAN
Kaytan anî ziman ku lidarketina vê civînê nêrîna Rêberê Gelê Kurd bû û wiha dewam kir: "Piştî ku em rûniştin, bi rengekî rêk û pêk wî dest bi nirxandina xwe kir. Em ên din jî mîna beriya niha guhdar bûn. Nirxandina wî ya vê carê li gorî yên berê hê berfireh bû û hê bêhtir pêşiya me ronî dikir. Me bi vekirî negotibûna jî, di navbera Rêber Apo û me de têkiliyeke mamoste-xwendekar hebû.
Bêguman em ne xerîbê rastiya ku wî di nirxandina xwe de raxist pêş çavan bûn. Me hemûyan nêrînên di nirxandinê de hatin ziman berê jî guhdarî kiribûn. Ji ber ku me ev nêrîn qebûl kiribûn, êdî bûbû nêrîna me ya hevpar. Rêber Apo di vê civînê de ji bo me çarçoveyeke teorîk a berfireh danîbû holê. Ji bo me hemûyan wezîfeya bingehîn bû ku em nava vê çarçoveyê dagirin û bi ruhekî mezin ê lêkolîner tevbigerin. Ji xwe me yê çend salên piştî vê pêvajoya li Enqereyê weke dema lêkolînê bi nav bikira. Rêber Apo jî destnîşan kiribû ku em êdî komeke şoreşger in û wezîfeya me hemûyan e ku ji aliyê hejmar û wesfê ve koma xwe mezin bikin. Her yek ji me wê xwe perwerde bikira, bi pêş bixista û bi endamên nû koma xwe mezin bikira. Karê ku em pê radibû ne karekî ji rêzê bû. Me dest li dîroka gelekî werdidan ku di nava tarîtiyê de winda dibû. Ev wezîfeyeke bi rûmet û dîrokî bû, berpirsyariya xwe giran bû. Diviyabû em bi vê berpirsyariyê tevbigeriyan. Diviyabû me ji dil dest bi wezîfeyê xwe bikira.
Taybetmendiya bingehîn a vê civînê ew bû ku, tevî şert û mercên neyînî jî biryara avabûna komeke bi nave azadiya Kurd û Kurdistanê tevbigere, hatibû dayin."
'JI BO MIROV KAREKÎ BI XÊR BIKE, PÊWÎSTÎ BI HEBÛNA GELEK DERFETAN NÎNE'
Alî Haydar Kaydan destnîşan kir ku eger ew li gorî derfet, şert û mercan tevbigeriyan, hingî nikarîbûn gaveke bi tenê jî biavêjin û got, "Dersa bingehîn a ji dîroka PKK'ê bê derxistin ev e. Bi gotina Rêber Apo, ji bo kirina karekî bi xêr, pêwîstî bi hebûna gelek derfetan nîne. Piştî ku çend gotinên rast û hestên baş gihîştin hev, piştî ku mirov ji karê xwe bawer kir û ji bo kirina wê bi baldarî tevdigeriya, wê bi ser bixîne. Ev rastî çi bûn? Mîna bê esîl û heramzadeyan mirov xiyanetê li axa xwe nekin, mirov qebûl neke ku ji mêtingerî û kapîtalîzmê re bibin êm! PKK weke tevgereke ku ji rastiyeke ji çend gotinan pêk tê û hêviyeke biçûk afirî."
Kaytan ragihand, ji civîna li nêzî Çûbûkê heta payîza sala 1975'an, Enqere navenda karê koma wan bû û got, "Di vê navberê de karê ji bo avakirina koma xweser a ji bo Kurdistanê gihîştibû astekê. Sala 1975'an hejmara endamên çalak ên komê gihîştibû bîst û pênc kesan. Di nav de ciwanên şoreşger ên gelekî bi wesf û têgihiştî Mazlûm Dogan û Mehmet Hayrî Dûrmûş jî hebûn. Pêvajoya lêkolînê ya sê salan, çarçoveya teorîk a komê dewlementir kiribû. Baweriya ji xwe ya endamên komê zêdetir bûbû. Bi van endaman re ji bo serdema nû ya têkoşînê gavên pêwîst dikarîbûn bihatina avêtin."
CIVÎNA LI DÎKMENÊ
Kaytan bal kişand ser civîna li Dîkmenê û ev agahî da: "Eger ne şaş bim, civîna Dîkmenê di payîza 1975'an de hat kirin. Komek ji 25 hevalan tevlî civînê bûbûn. Hemû endamên komê yên bi biryar di civînê de amade bûn. Di nav de hevalên Mazlûm Dogan û Mehmet Hayrî Dûrmûş jî hebûn. Rêber Apo beriya civînê bi hevalên Kemal Pîr û Hakî Karer re axivîbû û ji wan re qala rewşa dawî ya komê kiribû. Van hevalan jî jê re gotibû ku ew jî dixwazin weke şexs cihê xwe di nava çalakiya komê ya vegera li Kurdistanê de bigirin. Piştî ku ev daxwaza wan erênî hate dîtin, hevalên Kemal û Hakî jî tevlî civînê bûn."
VEGERA LI KURDISTANÊ
Alî Haydar Kaytan diyar kir ku pêkhatina civîna Dîkmenê û biryardariya jê derket bi vî rengî bû û li ser girîngiya civîna Dîkmenê wiha axivî:
"Girîngiya civîna Dîkmenê ew bû ku komê biryar da li welêt vegere. Bêguman ev veger bê plan û bê bername nebû. Wê destpêkê qadên xebatên bingehîn ên li navenda bajaran bihatina diyarkirin. Ji ber ku ciwan bi giranî li van navendan diman. Heta ku ji bo ciwanan karekî berfireh nehatibûya meşandin û ciwan tevlî komê nehatibûna kirin, nepêkan bû ku komê xwe bigihanda civakê û encam bigirta. Bajarên Dîlok, Riha, Amed, Dersim, Elezîz, Çewlik, Agirî, Qers û Mêrdîn wê bajarên destpêkê yên kar lê bihatina kirin bûna. Li Botanê neteweperestiya kevneperest serdest bû û ji ber vê yekê di destpêkê de me berê xwe neda wir. Li van bajarên hatin diyarkirin wê mîna ya li Enqereyê kombûnek bihata kirin. Biryardariya me bi vî rengî bû.
Li ser wezîfedarkirinê jî Kaytan got, "Hevalê Hakî di destpêkê de xeta Edene-Skenderûnê hilbijart û berê xwe da wir. Hevalên Kemal Pîr û Cemîl Bayik bi hev re Dîlok hilbijartin. Karê herî girîng wê li vir bihata kirin. Ji ber ku karê ji bo Mereş, Semsûr, Riha û Meletiyê jî wê ji aliyê van hevalan ve bihata kirin. Hevalê Mazlûm berê xwe da Êlihê, hevalê Hayrî çû Çewlikê û hevalê Dûran Kalkan jî berê xwe da Amedê. Ez jî li Dersimê dixebitîm. Hin heval jî li herêma Qers û Agirî hebûn."
SIBE: Apoyiyên destpêkê yên li Dersimê