ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2017
Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Kanûna 2017'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Kanûna 2017'an.
- Rewş û bûyerên li Dêra Zorê wê bên şopandin.
- Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê dewam dike, wê were şopandin.
- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, wê werin şopandin.
- Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, der barê tecrîda li ser muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Ocalan di dema dawî de du rapor amade kir. Di raporan de bal hate kişandin ser astengkirina hevdîtinan û fikarên li ser tenduristiya Ocalan. Rapor ji CPT re hatin şandin.
- Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa Ebdullah serdana gundên Dêra Zorê yên hatine rizgarkirin dike û hem pêdiviyên gel tespît dike, hem jî qala Bakurê Sûriyeyê ya demokratîk dike.
- Kaytan: Karê ku dest pê dikir karekî ji rêzê nebû. Dest li dîroka gelekî ku di nava tarîtiyê de winda dibû dihate werdan. Ev wezîfeyeke bi rûmet û dîrokî bû. Berpirsyariya xwe giran bû.
- Hejmara meha Kanûnê ya rojnameya mehane ya jinan Newaya Jin bi manşeta 'Berxwedana me rewa ye, têkoşîna me stratejîk e' derket. Di hejmara 153. de bûyerên civakî, çandî, aborî û polîtîk ên di nava salê de qewimîne tê ragihandin. Her wiha gelek analîz-şîrove, dosya û lêkolîn jî di nav de cih digire.