Şaxê Stenbolê yê TMMOB'ê, pêr li Komeleya Hiqûqa Ceza ya Tirk panelek bi mijara "Ji ber çi divê girtîgehên zarokan werin girtin" hate lidarxistin. Parêzer Selmîn Cansû Demîr ku li Komeleya Zarokan û Jinûve Azadî û beşa Mafên Zarokan a Baroya Stenbolê kar dike, li ser rewşa girtîgehên zarokan û girtiyan pêşkêşiyek kir.
Demîr di pêşkêşiya xwe de diyar kir ku wê modeleke alternatîf pêşkêş neke û balê bikişînin ser encamên berbiçav ku li gorî van encaman divê girtîgehên zarokan werin girtin. Parêzer Demîr agahî da ku li girtîgehê 2828 zarok hene û 1003 ji van hikumxwar in, yên mayî jî girtî ne.
Demîr da xuyakirin ku ev hejmar ji zarokên 12-17 salî pêk tê û hejmara zarokên ku hê nû bûne 18 salî di girtîgehê de ne baş nizanin, lê texmîn dikin ku bi qasî 10 hezarî ne.
1400 ZAROK LI GIRTÎGEHA MEZINAN TÊN HIŞTIN
Parêzer Demîr da zanîn, ku zarokên 12-17 salî eger hikumxwar bin, cihê ku divê bên şandin Malên Perwerdeya Zarokan e û bi bîr xist ku li gorî qanûnan ev zarok divê karibin bi roj biçin dibistanê yan jî bixebitin, mehê 4 caran karibin biçin cem malbatên xwe, bi rengekî serbest karibin bi telefonê biaxivin û hefteyê carekê hevdîtina vekirî bikin.
Cansû Demîr got, "Lê belê ev yek nayê wê wateyê ku zarok li saziyên girtîgehê namînin. Eger zarok reviya be ya jî ji dozeke din girtî be, wî dişîne saziyên înfazê yên girtî." Demîr diyar ki rku tenê 300 zarok li van saziyan dimînin û anî ziman ku zarokên hikumxwar eger li bajarên mîna Stenbol, Enqere, Îzmîr, Hatayê be li saziyên ji bo wan hatine amadekirin tê şandin. Demîr got, lê belê li derveyî van bajaran li qewîşên mezinan tên hiştin û diyar kir ku li gorî agahiya di bersiveke ji bo pêşnûme pirsekê hate dayin de 1400 zarok li girtîgehên mezin lê ne tên hiştin.
HIN ZAROK LI TÎPA L DIMÎNIN
Parêzer Demîr diyar kir ku îdareyên van girtîgehan bi temamî ji bo mezinan hatine dîzaynkirin û got, xeterî heye ku zarok û mezin li hev rast bên. Demîr destnîşan kir ku eger li bajarekî zarokekî tenê yê girtî hebe jî, qedexe ye ku bi mezinan re bê hiştin û ji ber ku vê yekê dikare bi tena serê xwe bê hiştin, ev jî tê wateya tecrîdê. Demîr da xuyakirin ku li Stenbolê gelek girtîgeh ji bo zarokan hatibin amadekirin jî, ji ber ku biryara girtina gelek zarokan heye, kapasîteya van têrê nake û hin ji zarokan li girtîgeha tîpa L a Maltepeyê tên hiştin.
BERÎ 2 SALAN GOTIBÛN KU POZANTI HATIYE GIRTIN
Cansû Demîr li ser rêvebirina van saziyan jî Girtîgeha Pozantiyê weke mînak nîşan da û bi bîr xist ku beriya bûyerên li vê derê qewimîn, yanî beriya sala 2012'an di sala 2009'an de zarokek bi lêdanê hate kuştin, sala 2010'an jî Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê li girtîgehên zarokan geriya û biryar da ku cihên wiha ji bo hiştina zarokan nebaş e.
Parêzer Demîr got, "Piştî Pozantiyê, me bûyerên ku sala 2014'an bi berdana gaza kîmyewî li qewîşa zarokên siyasî dest pê kir, dît. Piştre, di sala 2015'an de di nivîseke navxweyî ya saziyan de me fêhm kir ku rewşa li Girtîgeha Şakranê jî bi heman rengî ye. Sala 2015'an li Mûglayê jî me bihîst ku destdirêjiya zayendî li 4 zarokan hatiye kirin. Sala 2016'an li Şirnexê du qewîşên zarokan ji ber şewba gurîtiyê xistin karantînayê du zarok li cihê lê diman ji ber şewatê jiyana xwe ji dest dan. Wekî din li Edeneyê vê carê di sala 2017'an de zarokan nema karîbûn xwe li ber pêkanînên girtîgehê rabigirin, li dijî vê şewat derxistin û jiyana xwe ji dest dan. Li vir sê zarok mirin. Ev bûyer bûyerên tekane nînin. Bi rêk û pêk rû didin."
EV BÛYERÊN DIQEWIMIN JI BO GIRTINA GIRTÎGEHÊN ZAROKAN TÊRÊ DIKIN
Cansû Demîr destnîşan kir ku van bûyerên qewimîne bersiveke ji bo pirsa; çima divê girtîgehên zarokan bên girtin û got, girtina zarokan mîna mezinan bi tena serê xwe binpêkirina mafên mirovan e.