Li Skenderûnê bi ala Tirkan êşkence li girtiyan tê kirin

Li Girtîgeha Tîpa T a Skenderûnê, eşkere bû ku hêzên dewleta Tirk bi zorê hewl dane ala Tirkan bi girtiyan bidin maçîkirin. Girtî dibêjin jiyana wan ewle nîne û bang li raya giştî dikin.

Rêveberên HDP'ê Halîl Baybarî, Mahmût Adar, endamên HDP'ê Fîkret Tekîn û Ûgûr Anûştekîn jî di nav de 38 girtiyên ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Skenderûnê sewqî Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Skenderûnê hatin kirin, roja 23'ê Mijdarê ji ber ku lêgerîna bi awayê tazîkirî qebûl nekirin, êşkence li wan hatibû kirin. Xizmên girtiyan ji Ajansa Mezopotamyayê re axivîn û diya rkirin ku girtî nehatine dermankirin û li girtîgeha navborî hê jî mafên mirovan tên binpêkirin.

'CIXARE LI SER BEDENA GIRTIYAN VEDIMIRÎNIN'

Dayika Fîkret Tekîn Gulîzar Tekîn anî ziman ku wê hefteya derbasî kurê xwe yê 18 meh in di girtîgehê de ye dîtiye û got, "Bedena wî û binê çavên wî werimî bûn. Kincên wan ji wan dikin û êşkenceyê li bedena wan a tazî dikin. Bedewa wî şîn û reş bûbû. Li ser bedena wan cixareyê vedimirînin. Em dixwazin dawî li vê êşkenceyê bê anîn. Mafê wan nîne ku vê bikin."

'XWESTIN BI ZORÊ ALA TIRKAN BI GIRTIYAN BIDIN MAÇÎKIRIN'

Bavê Ebedîn Aktaş ê ku 7 meh in di Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Skenderûnê de ye Diyadîn Aktaş jî got, "Dema ku kurê min û hevalên wî dibin girtîgehê, dest datînin ser eşyayên wan û piştre bi hovane li wan didin. Ji hemû girtiyan dixwazin ku li ber ala Tirkan bisekinin û alê maçî bikin. Bêguman girtî vê yekê qebûl nakin û gardiyan jî êrîşî wan dikin. Wan tazî dikin, êşkenceyê li wan dikin û yek bi yek wan dixin hucreyan."

Aktaş da zanîn ku êrîşên li girtîgehan her ku diçe zêdetir dibin û wiha domand: "Kurê min ji min re got 'Sedema êrîşan midûrê nû yê hatiye girtîgehê ye. Gardiyan li gorî fermana wî tevdigerin'. Kurê min got ewlekariya canê wan li girtîgehê tuneye û ji me xwest ku em serî li parlamenter, rêxistinên civaka sivîl, Komeleya Mafê Mirovan a (ÎHD) bidin."

Aktaş, dest nîşan kir ku tiştên bi girtiyan dikin, bi mirovahiyê re tu eleqeya xwe nîne û wiha bi dawî kir: "Heya êrîş û êşkence bi dawî bibin, em ê şopdarê van bûyeran bin. Ger bê xwestin em ê li ber deriyê girtîgehê dest bi greva birçîbûnê bikin. Em bang li hemû kesê dikin ku bila guh bidin qerîna ji girtîgehan bilind dibin."

'JIYANA ME EWLE NÎNE'

Bavê Lokman Aydimîr ê nêzî salekê girtiye û hat sîrgûn kirin Mehmet Emîn Aydemîr jî, girtîgeh pirtûkan, nameyan û rojanemeyan nadin girtiyan, cardin nîvê şevê gardiyan ser qawîşan de digirin û li girtiyan didin. 

Bav Aydemîr anî ziman ku kurê wî di telefonê de ji wî re gotiye ku, ger tiştên li girtîgehê ji we re bêjim wê telefonê bigirin, lê tenê vê bêjim derfetên heyî pir xirabin û ewlekariya canê girtiyan tuneye. Aydemîr, danîn ku ew ji bo jiyana kurê xwe bi fikare û bang li hemû kesê kir ku bi hestiyar tevbigerin.