Zarrab sîstema şelandina navneteweyî ya bi AKP’ê re kirî vedibêje

Zarrab ê di rûniştina çaran a doza lêpirsîna Alîkarê Midûrê Giştî yê berê yê Halkbankê Mehmet Hakan Atîla de îfade da, îro bê ka çawa pêkanînên li ser Îranê sist û şikandine vegot.

Reza Zerrab ê serê çerxa şelandina navneteweyî ya ji bo sistkirin û şikandina pêkanînên navneteweyî ya li ser Îranê ku bi AKP’ê û Erdogan re avak kirî, di rûniştina çaran a doza lêpirsîna Alîkarê Midûrê Giştî yê berê yê Halkbankê Mehmet Hakan Atîla de îfadeya xwe didomîne.

Zarrab ê di rûniştina çaran a doza lêpirsîna Alîkarê Midûrê Giştî yê berê yê Halkbankê Mehmet Hakan Atîla de îfade da, îro bê ka çawa pêkanînên li ser Îranê sist û şikandine vegot.

Di rûniştinê de Zarab hinek axaftinên wî yên di navbera Midûrê Giştî yê Halkbankê Suleyman Arslan de derbas bûyî pêşkêş kir, têkildarî bê ka çawa li pêşberî gaz û petrola Îranê pere di bin navê bazirganiya pêdiviyên xwarinê de çawa veguhestine agahî parvekir. Zarrab ji bo şikandina pêkanîna di axaftinên bi Arslan re diyar kir ku ji ber bilindbûna nirxê bilind ê bazirganiya pêdiviyên xwarinê ji bo nîşandana kirina parçe û her parçeyek bi qasî 5 milyonê axivîne.

LI KEŞTIYA 14 TON 25 TON PÊDIVIYÊN XWARINÊ LÊ HATIBÛ BARKIRIN

Zarab di îfadeya xwe de diyar kir ku berhemên ji bo Îranê dihatin şandin ne pêdiviyên xwarinê bûn, kargehekî bi navê Bûnghî bi Îranê re dixebitî lê vê kargehê bi rastî veguhestina pêdiviyên xwarinê dikir. Zarrab destnîşan kir ku bi daxwaza ji bo neqilkirina sexte dema belge ji me hate xwestin û şûnde sîstema ku me avakiribû derket holê, diyar kir ku mîna şaştiyeke ku keştiya kapasîteya wê 14 ton, 25 ton pêdiviyên xwarinê lê barkiribû.

Zarrab bibîr xist ku di sewqkirina dexlûdan de xetayek derketiye. Li gorî gotinên Zarrab, di sewqiyata dexlûdan de li ser nivîsîna jêder Dûbaî ye fêlbaziya wan derketiye holê, ji xwe li vî welatî dexlûdan nayê hilberandin. Bi derketina vê fêlbaziyê re xebatkarên di asta jêr a Halkbankê de dixebitin bi ferqkrina sewqiyta dexlûdan a sexte re derket hol ê û ji bo vê jî bi Mehmet Hakan Atîlla re civiya ye.

‘KOMÎSYON’A KU JI BO HALKBANÊ HATÎ RAZANDIN 1 JI SEDÎ YE

Zarrab qala pereyên ku dibin navê bazirganiya zêr û pêdiviyên xwarinê de ji bo Îranê dihate şandin û razdandina pereyan a ji bo Halkbanê tenê got ji komîsyonan 1 ji sedî ye.

Reza Zarrab dengê ku di dadgehê de hatî guhdarkirin û bi telefonê bi alîkarê xwe Abduulah Happanî re kirî jî piştrast kir. Zarrab di axaftina xwe de qala bertîlên ku ji bo rêvberên Halkbankê were dayîn dike.

DI 3 ROJAN DE ERDOGAN JÎ DI NAV DE QALA GELEK KESAN KIR

Zarrab hefteya derbasbûyî di rûniştina doza Atîlla Hakan de dest bi îfade dayînê kirîbû û wiha got; “Xwe berpirsyar dîtin û ji bo ji girtîgehê derketin rêya herî bi lez hevkarî kirine.”

Reza Zarrab di rûniştina dozê ya bi jurî de di îfadeya xwe de gotibû 45-50 mîlyon bertîl daye Wezîrê berê yê Aboriyê Zafer Çaglayan û ji bo di Banka Aktîf de hesabek wek wê were vekirin îtirafkirîbû ku Wezîrê berê yê Egemen Bagiş bûye arîkar. Zarrab gotibû ku ev hesab ji bo ‘rojane 5-10 mîlyon euro hacmê bikaranînê’ hatiye vekirin.

Di roja 2’emîn a rûniştina dozê de Zarrab got ku bertîl daye Midûrê Giştî yê Halkbank Suleyman Aslan jî û gotibû ku Serokkomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan jî çeka bertîlê pejirandibû. Zarrab wiha jî got; “Serokê demê Erdogan û (Wezîrê Eknomiyê) Alî Babacan ji bo destpêkirina vê ticaretê ferman dabûn... Serokwezîr Erdogan û Babacan xebatên bi Îranê re (bazirganiya zêr) ji bo alikariyê ferman dabûn Vakifbank û Bankaya Zîraatê.”

Di roja 3’emîn roja Înê ya derbasbûyî de, darazê dozê Rîchar Berman qala hinek guhdarkirnan kirîbû û ‘fikarên’ xwe gotibû û vêya jî deng veda. Daraz bal kişand li ser axaftinên ‘berfirehiya dorpêçê’ ya di dengekî ya guhdarkirnê de û daxwaza rastiya vî dengî xwestibû. Lê belê di vê mijarê de hevkariyekî bi Tirkiyeyê re nahate dîtin û li bendê ne ku Zarrab rastiya vê bibêjê.

Di heman rûniştina dozê de nameya Zarrab a ji bo Serokkomarê berê yê Îranê Mahmûd Ahmedînecad nivîsandibû ketibû rojevê.

Reza Zarrab ‘agahiyên kilît’ yên sexte ku çawan di belgeyan weke rastî were xuyakirin ku ji aliyê Alîkarê Midûrê Giiştî yê Halkbankê yê berê Hakan Atîlla ve hatibû dayîn gotibû. Zarrab li aliyê din di îfadeya xwe de gotibû ku 100 hezar dolar bertîl daye kurê Wezîrê Karê Hundir yê berê Mûammer Guler, Bariş Guler.