Şehîdên têkoşîna azadiyê li Viyana û Saarbruckenê hatin bîranîn

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê û li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bîranîn.

Şehîdên Bestayê li paytexta Awûstûrya Viyanayê hatin bîranîn.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê dest pê kir û piştre sînevîzyon hat nîşandan.

Qisekeran jî destnîşan kirin ku têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi saya berdêlên mezin gihîştiye vê astê.

SAARBRUCKEN

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, ji bo Amed Rêdûr û Baran Amanos ên 20'ê Mijdarê li Amanosê şehîd bûn, civîneke bîranînê hate lidarxistin.

Bîranîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) pêk hat û Civaka Îslamî ya Kurdistanê mewlûd da xwendin.

Hevserokê NCDK a Saarbruckenê Orûç Dapar li vir peyivî û got, "Eger ciwanên me yên hêja şehîd dibin, divê em jî xwedî li mîrateya wan derkevin, xwedî li nasnameya xwe derkevin."

Nûnerê Civaka Îslamî ya Kurdistanê jî mînak ji Quranê da û got, "Divê em şehîdên xwe di dil û mejiyê xwe de bidin jiyîn."

Di civînê de bi navê malbata Amed Rêdûr axaftin hate kirin û hat gotin, "Ew şehîdê Kurdistanê ye. Em spasiya gelê xwe yê welatparêz dikin ku em bi tenê nehiştiye."