Dayîka Xanê ya 95 salî cara 3’emîn li Strasboûrgê ye
Çalakiya rûniştinê ya ji bo Ocalan di roja 44’emîn de ye. Dayîka Xanê ya 95 salî a ji Bazarcixê cara 3’emîn hat serdana çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê.
Çalakiya rûniştinê ya ji bo Ocalan di roja 44’emîn de ye. Dayîka Xanê ya 95 salî a ji Bazarcixê cara 3’emîn hat serdana çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê.
Çalakiya rûniştinê ya ku ji bo CPT biçe Îmraliyê di 23’ê Cotmehê de hatibû destpêkirin di roja 44’emîn de ye. Ji Elmanya, Fransa, Hollanda û Belçîkayê gel tên serdanê. Her hefte ji welat û herêmên cihê Kurdistanî tên tevlî çalakiyê dibin û diyar dikin ku heta bi Ocalan re hevdîtin pêk bê ew ê li Strasboûrgê çalakiya xwe bidomînin.
‘MIN BIBIN BA APO’
Ji nav kesên ku hatine serdanê Dayîka Xanê ya 95 salî bala me dikêşe. Ji sêlekan re gotiye ‘Min bibin ba Apo.’ Ligel temenê xwe yê zêde heta niha 3 caran çûye serdana konê çalakiyê. Min jê pirsî ‘Yadê serma ye, tu çima hatî’, wê jî got, ‘Ez hatim Apo bibînim’. Hewa gelekî sar e, car caran berf jî dibare. Li ser kursiya bi teker e û betanî avêtiye ser piyên xwe û bi rûkeniya xwe peyamên girîng dide çalakvanan.
WÊ HEVDÎTIN DÎROKA BIDAWÎBÛNÊ DIYAR BIKE
Li ser navê Komîteya Amadekar, Newroz Serhad biryardariya xwe ya di çalakiyê de tîne ziman. “Heke bi Ocalan re hevdîtin were kirin, wê dîroka bidawîkirina çalakiyê diyar bibe.” Newroz diyar dike ku 44 roj in vê çalakiya xwe didomînin û gelek caran dosye pêşkêşî CPT’ê kirine lê ligel vî tiştî jî bêdengiya CPT’ê didome. Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve parêzer, ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir be heyet û ji 11’ê Îlona 2016’an û vir ve dewlet nahêle malbat biçe Îmraliyê û divê roj berî rojekê tecrîda li ser Rêbertiya me bi dawî bibe. Newroz bal dikişîne ser vî tiştî ku divê CPT îspat bike ku serbixwe ye û saziyên Ewrûpayê peywira xwe ya mirovî bi cih bînin.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA