27'ê Mijdarê li Freîbûrg, Hambûrg û Toûloûse hate pîrozkirin
Salvegera damezrandina PKK'ê li bajarên Freîbûrg û Hambûrg ên Elmanyayê û bajarê Toûloûse yê Fransayê hate pîrozkirin.
Salvegera damezrandina PKK'ê li bajarên Freîbûrg û Hambûrg ên Elmanyayê û bajarê Toûloûse yê Fransayê hate pîrozkirin.
Salvegera damezrandina PKK'ê li bajarên Freîbûrg û Hambûrg ên Elmanyayê û bajarê Toûloûse yê Fransayê hate pîrozkirin.
FREÎBÛRG
Şeva ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Freîbûrgê û meclîsa Jinê ya Nûda ve hate organîzekirin, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir.
Zêdeyî 600 kes tevlî şevê bûn û piştî axaftina destpêkê ya komîteya amadekar, Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç axivî.
Koç destnîşan kir ku PKK'ê li dijî asîmîlekirina gelê Kurd dest bi têkoşîneke mezin kiriye û got, "Di rewşa heyî de ev têkoşîn ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bûye hêvî. Ev têkoşîna ber bi serketinê ve diçe, wê bibe temînata azadiyê ji hemû gelan re."
Di pîrozbahiyê de koma govendê ya zarokan û koma govendê ya jinên ciwan a Koma Sê Gulên Azad derketin ser dikê.
Li dû nîşandana sînevîzyonê jî Zarîfe Zerrîn, Xemgîn Bîrhat, Hozan Axîn, Şivan Rojava û Koma Mozaîk hunera xwe pêşkêş kirin û beşdaran jî li ber stranên wan govend gerandin.
HAMBÛRG
Salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bi şahiyekê hat pîrozkirin. Salona şevê bi wêneyên şehîdan hat xemilandin. Bi qasî 2 hezar kes tevlî şevê bûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, bi navê KCDK-E Çekdar Botan axivî. Botan destnîşan kir ku PKK'ê pêşî li rêveçûna serberjêrî ya li Kurdistanê girtiye û gelê Kurd ji nû ve zindî kiriye.
Şaredarê berê yê navçeya Depê ya Elezîzê Bûrhan Kocaman jî di şevê de axivî. û got, "Weke gelê Kurd em gelek tiştan deyndarê vê partiyê û vî Rêbertî ye."
Piştre sînevîzyon hate nîşandan û dûre Ozan Kawa, Şengul Pak, Koma Rengê Nû, Koma Arîn Mîrxan, Nûpelda-Nûjiyan, Koma Stêrkên Rojava, Govenda Sîpan Amara û Govenda Sîmara derketin ser dikê.
TOÛLOÛSE
Sala 40. a PKK'ê li bajarê Toûloûse yê Fransayê jî bi şevekê hat pîrozkirin. Şeva li salona Hall Hûîtê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Toûloûse Alî Qulan axivî.
Siyasetmedarê Kurd Adem Ûzûn jî mafê axaftinê kir û got, Kurd bi PKK'ê veguherî gelekî rêxistinbûyî.
Piştre peyama TJK-E hate xwendin.
Bi navê Partiya Antî Kaptalîst jî Pîerre Granet peyivî û salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir. Granet li ber hebûna navê PKK'ê li lîsteya 'rêxistinên terorê' ya Yekîtiya Ewropayê rabû.
Di şevê de koroya zarokan a Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Bordeaûxê, Hozan Agît, Denîz Deman, Cewad Merwanî û hunermendên herêmî derketin ser dikê. Şev bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" qediya.