ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2017

Rojeva Navenda Nûçeyan a 5'ê Kanûna 2017'an.

- Rewş û bûyerên li Dêra Zorê wê bên şopandin.

- Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê dewam dike, wê were şopandin.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, wê werin şopandin.

- Berdevkê heyeta Îmraliyê Onder got, ji ber ku di wexta xwe de îtiraz li sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê nehat kirin, welat tev hatiye tecrîdkirin û bang li her kesî kir ku helwestê nîşan bide.

- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Alî Haydar Kaytan: Dema ku me biryara vegera li Kurdistanê da, ji xwe komeke me li Dersimê hebû. Endamên komê di dema betlaneyê de ji bo ciwanan tevlî komê bikin, dixebitîn.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku sala 40’emîn a PKK’ê wê li ser bingeha azadiyê gavên xurttir werin avêtin û got, “Wê sala 40’emîn bibe sala têkoşîn û azadiyê! Wê sala 40’emîn bibe sala hevdîtina bi Rêber Apo re.”

- Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan da xuyakirin ku li dijî operasyona qirkirina siyasî ya ji ailyê AKP'ê ve tê meşandin, ew tevî gel têkoşînê bi rêxistin dikin û hevserokên di kongreyên Mûş û Cizîrê de hatin hilbijartin weke mînak nîşan da.

- Di nava 11 mehan de 7 karkerên ji Wanê li bajarên Tirkiyeyê li înşaetên dixebitîn bûn qurbanê cînayeta kar.