Ji bo rûniştina biryarê ya Dîcle Mûftûoglû banga tevlîbûnê hat kirin

Rêxistinên hempîşeyî yên çapemeniyê, ji bo rûniştina biryarê ya Hevseroka DFG’ê Dîcle Mûftûoglu ku wê di 24’ê Cotmehê de li Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn ya Amedê bê dîtin, banga tevlîbûn kirin.

Banga tevlîbûnê ji aliyê Komeleya Rojnamevanên Dicle û Firatê (DFG), Komeleya Lêkolînên Hiqûqî û Medya (MLSA), DÎSK Basin-Îş, Nûnertiya Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) ya Amedê û Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) ve hate kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Hevseroka Giştî ya DFG’ê û edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Mûftûoglû ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” û “rêxistin avakirin û birêve birin” tê darizandin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Dîcle Mûftûoglû û parêzerên wê wê di rûniştina 24'ê Cotmehê de parastina xwe ya dawî bikin û tê payîn ku di vê rûniştinê de biryar bê dayîn.

Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê, bal kişandin ser zextên li dijî rojnamevanên Kurd ên li Tirkiyeyê zêde dibin û diyar kirin ku darizandina Dîcle Mûftûoglû ji ber xebatên wê yên pîşeyî, tê wateya gefa li hemberî azadiya çapemeniyê û nirxên bingehîn ên demokrasiyê ye û ev tişt hat gotin, “Ji bo parastina mafên Dîcle Mûftûoglû û hemû rojnamevanan em banga hevgirtinê dikin. Rojnamevanî parçeyeke bingehîn a demokrasiyê ye û parastina rojnamevanan tê wateya parastina azadiya ramanê.”