Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Ji bo dîtina Rêber Apo ku 44 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin, parêzeran ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin.
Ji bo dîtina Rêber Apo ku 44 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin, parêzeran ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo karibin hevdîtinê bi Rêber Apo re bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzeran ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî heman serlêdan kirin.