ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin

Di gilînameya têkildarî 'Yenîdoganlar Çetesi' de eşkere bû ku lîderê çeteyê parêzvanê berê yê Bahçelî Mûrat Mantûş e.

Alîkarê Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer got, "Em ê her derfeteke xwe bi gelên Sûriyeyê re parve bikin. Em hewl didin ji pêwîstiyên hemû gelên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê re bibin bersiv."

Gerîla Avesta Têkoşîn ku heta nefesa xwe ya dawî li dijî êrîşên dijmin bi biryardarî şer kir, weke milîtaneke YJA Starê ya pêşeng a ku baweriya xwe bi serketinê hebû, cihê xwe nava têkoşîna azadiyê de girt.