BI DÎMEN

Tulay Hatîmogûllari: Divê tecrîd teqez bê rakirin!

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari got, "Çareseriya pirsgirêka Kurd di destê me de ye. Rê, rêbaz û muxatabê çareseriyê jî diyar e. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan divê teqez bê rakirin."

CIVÎNA KOMA DEM PARTIYÊ

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di komcivîna partiya xwe de li Meclisê geşedanên di rojevê de nirxand.

Hatîmogûllari wiha axivî:

“Li ser navê ewlehiyê keda û malê civakê dizîn. Xezîneya çend kesên dewlemend tijî kirin. Wezîrê Xezîne û Maliyê dibêje, ‘Projeyên parastinê pêwîstî bi çavkaniyan heye’. Şîreta me li her kesî ew e ku dema ev destilatdarî behsa ewlekariya netewî dike bila her kes destê xwe têxe berîka xwe û binêre. Destê diziya vê destilatdarê di berîka we de ye yan na? Em vê yekê bi rastî dibêjin, em vê yekê bi henekî nabêjin. Ji ber ku ji bo her tiştê ku jê re dibêjin ewlehiya neteweyî destên xwe dixin berîka me. Dixin berîka welatiyan û xizanan. Bi hev re li dijî feqîrkirinê ku her diçe zêde dibe rabin.

Em vê bi eşkereyî diyar dikin; polîtîkayên aborî yên ji aliyê vê desthilardariyê ve tên meşandin pirsgirêka herî bingehîn a ewlehiya neteweyî ye. Vê desthilatdariyê welatiyên me birçî hiştin. Vê desthilatdariyê bi sîstemê re destê xwe da hev û bi çeteyan hewl da vî welatî bi rê ve bibe.

Ev welat veguheriye welatê qetilkirina zarok û jinan. Ev desthilatdar ji bo vî welatî pirsgirêka herî mezin a ewlehiya neteweyî ye. Îro têkoşîna herî mezin a jiyanê jin didin. Dayikên me li Silopiya ji ber ku daxwaza herî paqij a cîhanê kirin, ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin dorpêçkirin, hatin binçavkirin û tundî li wan hat kirin. Polîs û leşkerên vê desthilatdariyê bi lêdan û tundiyê bersiva dayikên me laçik spî dan.

Bacê didin sermayedaran. Tenê ji 6’an yekê ji bo herêma erdhejê veqetandine. Yên ku dibêjin aştî, ji bo polîtîkayên ewlekariyê budçeyek rekor vediqetînin. Ji bo sala 2025’an ji bo xerckirina parastinê ango şer bi giştî milyarek û 608 milyon lîre pere hat veqetandin. Sala par 529 milyar lîre bû, yanî ji bo sala bê ji sedî derdora 165 hatiye zêdekirin. Tam 47 milyar dolar ji bo xerckirina şer diçe. Binêrin zimanê wan tiştekî din dibêje, pratîka wan tiştekî din e. Budçeya wan jî pir cuda ye. Budçeya ku desthilatdariyê aniye Meclisê, budçeya feqîrî, hejarîd, tundiyê ye. Em ê li Meclisê bi awayek herî bi hêz li dijî wê derkevin.

Gelê Tirkiyeyê yê hêja, divê em hemû vê rastiyê bibînin. Polîtîkayên ewlehiyê yên sexte em feqîr kirin û nanê me kêm kirin. Gelê kurd gelê herî qedîm û dîrokî yê li vê axê ye. Kurd, tirk, ereb, fars, ermenî û gelek gelên din gelên qedîm ên Rojhilata Navîn in û di navbera wan de biratiya dîrokî heye. Ji bo gel bi zimanê xwe biaxivin û perwerdehiya bi zimanê dayikê û diyarkirina mafên xwe yên destûrî bi awayekî wekhev, welatekî parçe nake, berovajî parçekirinê hevgirtina gelan xurt dike. Ew me dike civakek bihêztir. Li Rojhilata Navîn em di demekî ku her dever bûye qada şer de derbas dibin. Werin em Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn ji bo aştiyê têbikoşin û bi aştiyê tijî bikin. Werin em bi hev re qêrîna aştiyê bilind bikin, da ku dengê aştiyê ne tenê ji Tirkiyê, ji derveyî sînor jî olan bide û em bi hev re vê bikin xeteke siyasî ya bingehîn. Bila gel bi ser bikeve, bila aştî bi ser bikeve, bila biratî bi ser bikeve.

Gelî hêja, divê em vê rastiyê tesbît bikin; polîtîkaya derve ya AKP'ê top avêtiye. Lê çareseriya pirsgirêka kurd di destê me de ye, çareserkirina pirsgirêkê tê wateya aştiyê li herêmê. Çareseriya pirsgirêka kurd, rêbaz û muxatabên wê diyar in. Muxatabê aştiya Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê birêz Abdullah Ocalan e ku li Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de ye. Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Meclis e. Di Meclis û siyasetê de muxatab DEM Partî ye. Hemû partiyên siyasî û hêzên demokratîk ên li ser bingehên demokratîk in, civak bi xwe ye. Em ji tecrubeyên xwe yên berê baş dizanin ku aştiyeke ku neyê civakîkirin tê wateya ku em nikarin aştiyeke rasteqîn pêk bînin. Hişmendiya aştiyê divê li hemû qadên civakê belav bibe da ku ji aliyê hemû civakê ve were hembêzkirin da ku aştiyeke rast pêk were. Heke ku bibe destpêkek jî divê demildest tecrîd bê rakirin. Pûsûlaya çareseriya pirsgirêka kurd muzakereyên demokratîk û aştiya bi rûmet e. Em çareseriyê ji kesî naxwazin. Em amade ne ku pêşengiya aştiyeke bi rûmet bikin.

Binêrin, Serokê MHP’ê îro di axaftina koma xwe de ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan axaftinek kir. Tecrîd 44 meh in didome. Ji bo dawî li tecrîda li ser birêz Ocalan were em bi salan e têdikoşin. Raya giştî ya demokratîk bi salan e dibêje 'Divê tecrîd bê rakirin'. Divê teqez tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin. Em dibêjin bila fîzîkî were û biaxive. Hefteya çûyî, me got ka çi dibêje em hemû bi hev re temaşe bikin û bibînin. Em vê hefteyê jî heman gotina xwe dubare dikin. Tecrîdê rakin bila birêz Ocalan derkeve û biaxive, em bi hev re bibînin ka çi dibêje.

Divê di vê mijarê de bê derengî nekeve û gav bên avêtin. Em weke DEM Partiyê bi salane ji bo aştiyeke bi rûmet û avakirina komara demokratîk berdêlên giran didin. Ez careke din destnîşan dikim ku ji îro pê ve jî heke hewceyî bi bedeldayînê hebe em weke DEM Partiyê amade ne ku erka xwe pêk bînin."