ROJEVA 22'Ê COTMEHA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Endama Koordînasyona PAJK'ê Nalîn Gulan diyar kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li her qadê hîn bêhtir şer bikin û got, "Wezîfeya me ya herî girîng pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye."

Şoreşa Rojava wêje jinûve anî ser xwe; berhemên bi pir zimanî ku hişmendiya civakî zêde dike, gihîşt nava gel. Fûara Pirtûkan a Şehîd Herekol bû semboleke xurt a vê guhertinê.

Meryem El Îbrahîm anî ziman rêveberiya xweser ji bo jinan rêya rizgariyê ye û destnîşan kir ku jin di nava sîsteham hevserokatiyê de ne.

Endamê Fermandariya Giştî ya QSD'ê Lokman Xelîl: DAÎŞ'ê Reqa bi rengekî ji rêzê ve nekir paytexta xwe. Ev yek bi demdirêjî plan kir, bi zanebûn hilbijartin û piştî ku Reqa ji dest da, kete pêvajoya hilweşînê.