Komîsyona Hilbijartinê: Heta nîvro rêjeya tevlîbûnê ji sedî 31 bû

Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê ragihand heta saet 12:00’an rêjeya tevlîbûna hilbijartinê ji sedî 31’e.

Beriya çend kêliyan di civîneke çapemeniyê de Komîsyona Hilbijartinên Iraqê rêjeya tevlîbûna hilbijartinên giştî yên parlementoya Herêma Kurdistanê ya heta saet 12:00’ê nîvro eşkere kir.

Li gor agahiyên komîsyonê parve kirine, heta saet 12:00’an li her çar parêzgehên Herêma Kurdistanê rêjeya tevlîbûnê ji sedî 31 bû.

Her wiha diyar kir ku li Hewlêrê ji sedî 34, li Helebce ji sedî 31, li Dihok ji sedî 31 û Silêmaniyê jî ji sedî 29’ê dengdêran çûne ser sindoqan.

Wê dengdan heta saet 18:00’an berdewam bike.