Heval Bozdag: Pergala tenduristiyê pêşiya çeteyan vedike

Parlamenterê DEM Partiyê Heval Bozdag diyar kir ku pirsgirêkên li sîstema tenduristiyê tenê weke meseleya nexweşxaneyekê yan jî çeteyekê neyê dîtin û got, sîstemê pêşî li çetebûnê vekiriye.

Parlamenterê DEM Partiyê Heval Bozdag bal kişand ser çetebûyîna li nava pergala tenduristiyê û anî ziman ku cemaat, lobiyên şer û sermiyaya alîgir ji van çavkaniyan sûd werdigirin û civak tê mêtîn.

Piştî ku eşkere bû ku çeteyê gelek pitik nexweş nîşan dida, li ser vê yekê hem ji xizmê nexweşan him jî ji saziyên dewletê pere werdigirt û dibû sedema mirin û seqetmayîna gelek pitikan, nîqaşên li ser mijarê zêde bûn.

Di derbarê mijarê de Parlamenterê DEM Partiyê Heval Bozdag ji ANF’ê re axivî û got; "Pergala tenduristiyê ji bazarê re vekirin. Pergala performansê anîn û ji wê rojê ve tenduristî bi awayekî lez û bê kontrol hiştin, radestî sektorên taybet kirin. Polîtîkayên desthilatdariyê yên neoliberal xizmetên tenduristiyê yên gava yekemîn da paş. Piştgiriya sektorên taybet kirin. Nexweşxaneyên ku gel dikaribû xwe bigihîne hatin girtin û li şûna wan nexweşxaneyên bajar ava kirin."

Parlamenterê DEM Partiyê ya Agiriyê Heval Bozdag anî ziman ku destpêkê di civakê de têgihîştina, “bixwazim biçim kîjan nexweşxane dikarim biçim û bixwazim xwe bigihînim kîjan bijîşkê dikarim bigihînim” çêkirin û wiha pê de çû; “Mixabin asta ku em gihîştin, salê mîlyarek nexweş serî lê dide, pergaleke ku ji pirsgirêkên gel re çareser nabe û riziyê û civakekê ne bi tenduriste derket holê. Demên muayene kirin heta 5 deqeyan ket û benda mayîna randewûyan gelek mezin bûn. Vê yekê jî civakeke rehet nabe afirand."

Heval Bozdag anî ziman ku ev çeteyê ku tê de xebatkarên tenduristiyê, xwediyê nexweşxaneyan, endamên mafyayê û siyasetmedar hene nîşaneya pergala rizî ya ku qada tenduristiyê de ye û wiha berdewam kir: “Weke rêxistinên ked û tenduristiyê jî me gelek caran got, qada tenduristiyê nabe ku bibe qada karkirinê û xizmeta tenduristiyê ya wekhev, bêpere û bi zimanê dayîkê mafê civakê ye."

Heval Bozdag diyar kir ku çete bi qasî ku tê nîşandayîn zêdetir mezin e û ev tene bi qada tenduristiyê ve bisînor nîne. 

Heval Bozdag ragihand ku mexdûriyeta nexweşan di asteke cidî de ye û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Tespîta van rewşan bi destê siyasete tê astengkirin. Kesên ku dixwazin karê xwe rast bikin û hewldana kesên ku dixwazin pêşî lê bigirin jî vala tên derxistin. Em di vê mijarê de jî dibînin ku naxweşxaneya Avcilarê ya ku destûr jê hatiye standin, a wezîrê tenduristiyê yê berê Mehmet Muezzînoglû ye. Di gelek bûyerên wiha de tê dîtin ku têkiliya mafya, siyaset û çete ketine nav hev û du. Bi vê re têkiliyên berjewendiyan tê veşartin û berpirsê wan nayên eşkerekirin."

Bozdag wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji xwe li welêt pêşiya eşkerekirina gelek têkiliyên qirêj tê girtin. Ji ber vê pêwîste civak vê mesele tenê wek meseleyekê ji rêzê ya çeteyê nebîne. Ev pirsgirêka pergalê ye û ya ku vê pergalê bi rê ve dibe jî desthilata AKP’ê ye. Pêwîste ev pergal were nirxandin. Ev pergala li ser binpêkirina mafê jiyana mirovan hatiye avakirin divê bê deşifrekirin û nîşanî herkesî bê dayîn ku ne rewa ye."