Serokê ‘Çeteya Yenîdogan’ parêzvanê berê yê Bahçelî Mûrat Mantûş e

Di gilînameya têkildarî 'Yenîdogan Çetesi' de eşkere bû ku lîderê çeteyê parêzvanê berê yê Bahçelî Mûrat Mantûş e.

ÇETEYA YENÎDOGAN

Îdîanameya ‘Çeteya Yenîdogan’ nîşan dide ku bûyerên qewimîne pialî ne û rewş gelekî ji ya di nava raya giştî de tê nîqaşkirin wêdetir e. Tevî ku hemû têkilyên çeteyê nehatibin eşkerekirin jî di îdîanameyê de derket holê ku Firat Sari yê ku ji aliyê dozgeriyê weke serokê çeteyê hatî nîşandan ne serokê çeteyê, endamekî çeteyê ye. 

Lê belê dozgerî tevî qeydên dengan jî li şûna Mûrat Mantûş serokê çeteyê weke Firat Sari nîşan dide. Dozgerî bi beyanên ku dibêjin îfadeya Firat Sari ye, hewl dide têkiliyekê di navbera çete û PKK’ê de çêbike.

JI PARÊZVANIYA BAHÇELÎ, BER BI ENDAMTIYA TÎT’Ê Û JI WIR JÎ HETA MIDURTIYA GIŞTÎ YA NEXWEŞXANEYÊ

Li gorî îdîanameyê serokê çeteyê Mûrat Mantûş e ku Mantûş polîsekî berê ye û demeke dirêj parêzvaniya Devlet Bahçelî kiriye.  Li gorî axaftin û qeydên dengan Mûrat Mantûş di nava çeteyê de xwedî cihekî girîng e û Firat Sari jî wî weke mezinê xwe nîşan dide.

Mûrat Mantûş piştî ji Akademiya Polîsan mezûn dibe, ji bo midurtiya parastina Devlet Bahçelî tê tayînkirin û di navbera salên 1997 û 2003’yan de parêzvaniya Bahçelî kiriye.  Navê Mûrat Mantûş piştre di nava lîsteya rêxistina faşîst ya bi navê Tûgayên Tolhilanînê ya Tirk de derbas dibe ku ev rêxistina neqanûnî ya polîsên ku endamên çeteya FETO’yê ne, tê zanîn.  Di sala 2010’an de di qeydên guhdarkirinê de navê Mantûş di lêpirsinên Tûgayên Tolhilanînê ya Tirk (TIT), Teşkîlata Yekîtiya Tolhilanîna Tirk (TIBT) û Yekîtiya Akinciyên Tirk (TAB)  de derbas dibe.  Piştî ku Mantûş teqawid dibe, li nexweşxaneyên taybet dest bi kar dike û dibe Midurê Giştî yê yê Nexweşxaneya TRG’ê ku nexweşxaneya berbehs di îdîanameya ‘Çeteya Yenîdogan’ de xwedî roleke mezin e.

Li gorî axaftinên Mantûş ên di îdîanameyê de bi awayekî zelal derdikeve holê ku Firat Sari di bin emrê Mantûş de ye.  Lê belê Mûrat Mantûş li gorî îdîanameyê bi sûcên weke ‘kuştina biqestî’, ‘sextekarî’ û ‘endamtiya rêxistina sûcî’ tê darizandin.  Li gorî îdîanameya dozgeriyê jî; Li nexweşxaneya ku serokatiya wê Mantûş dike, bê bijîşk beşa lênihêrîna awarte hatiye xebitandin û ji ber vê yekê pitika bi paşnavê Kadan jiyana xwe ji dest daye.

Di îdîanameyê de hate îfadekirin ku Mantûş bi bicihneanîna erka xwe sûcê kuştina biqestî kiriye û têkildarî kiryarên nexweşxaneyê gelek sûcên sextekariyê kirine.  

AGAHIYÊN PITIKAN HATINE GUHERTIN

Her wiha di beşa îdîanameyê ya Mûrat Mantûş de hate îdîakirin ku ‘’Bi fermana Mantûş xebatkarên nexweşxaneyê agahiyên aîdî nexweşan xelet girtine, ji bo ku ji SGK’ê zêdetir pere were standin, agahiyên pitikan şaş hatine tomarkirin û telîmata vê yekê ji aliyê Mûrat Mantûş û Firat Sari ve hatiye dayîn û li gorî îfadeya Enes Kaan Bolukbaş jî ew li nexweşxanyê ji ber ku li gorî prîman meaşê xwe distînin û aniye ziman ku wî carna pereyê standî daye Mûrat Mantûş.’’

LI GORÎ QEYDÊN DENGAN FIRAT SARI DI EMRÊ MANTÛŞ DE YE

Dı axaftineke di navbera Mantûş û Sari de hate îdîakirin ku Mantûş ji axaftina bijîşkê bi navê Dûrsûn Eryilmaz ê ku agahî daye malbatê ku pitika xwe winda kirine, aciz bûye û di qeydan de derket holê ji Firat Sari xwestiye ku têkildarî bûyerê bijîşkê bi navê Dûrsûn Eryilmaz hişyar bike. 

Firat Sari jî di axaftineke din de jî dibêje ku Mûrat Mantûş pere daye ‘’yên jor’’ û li hemberî vê yekê gelekî aciz bûye.