Gergerlîoglû: Fahrettîn Koca beriya 2 salan lêkolîn kiribûya, ewqas pitik nedimir

Parlamenterê DEM Gergerlîoglû ku têkildarî Nexweşxaneya Taybet a Medîlîfe ya ku çeteya Yenîdogan lê çalak bû di sala 2022'an de pêşnûme pirsek pêşkêşî Wezareta Tenduristiyê kir, got "Eger bihata lêkolînkirin wê ewqas pitik nemiribûna."

KUŞTINA PITIKAN

Eşkere bû ku çeteya Yenîdogan ji bo karibe pere ji Saziya Ewlekariya Civakî (SGK) werbigire pitik dişand unîteya lênihêrîna lezgîn, bi vî rengî dibû sedema mirina pitikan û ev yek di nava civakê de bû sedema hêrseke mezin. Beriya bihîstina vê hovîtiyê bi 2 salan, Parlamenterê DEM Partiyê Omer Farûk Gergerlîoglû têkildarî Medîlîfeyê hişyarî dabû Wezîrê Tenduristiyê yê wê demê Fahrettîn Koca.

Omer Farûk Gergerlîoglû ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku 28'ê Kanûna 2022'an têkildarî nexweşxaneya ku karekî şaş têkildarî pitikekê kiribû pêşnûme pirsek pêşkêşî Wezareta Tenduristiyê kiribû, her wiha mijar yekser ji wezîrê wê demê Fahrettîn Koca pirsî bû, lê belê nekarîbû bersivekê werbigire.

LI ŞÛNA KU BI EMELIYATÊ JI DAYIK BIKIN, BI RENGEKÎ NORMAL JI DAYIK KIRIN Û PITIK SEQET HIŞTIN!

Omer Farûk Gergerlîoglû anî ziman ku yek ji malbatên mexdûrê çeteya Yenîdogan beriya du salan serî li wî da, daxwaza alîkariyê kir û got, "Bavekî beriya du salan serî li min da û giliyê nexweşxaneya Medîlîfe kir ku yek ji wan nexweşxaneyên taybet e ku çeteya Yenîdogan lê dixebitî. Bav got, li nexweşxaneya navborî li şûna jidayikkirina bi rengê emeliyatê, jidayikkirina normal li hevjîna wî hate ferzkirin, lewma milê kurê wî seqet ma û piştre nexweşxaneya ku erka xwe ya kişandina MR nîne ji bo karibe pere werbigire gelek caran MR a pitikê nû ji dayik bûyî kişand, bi vî rengî raporek şaş şîrovekirî jê re hate dayin. Bav ê ku çû nexweşxaneyeke din bi vê yekê hesiya, lewma serî li me da. Weke DEM Partî jî me ev kiryara îstîsmarê ya nexweşxaneya navborî bi rengê pêşnûme pirsekê pêşkêşî Wezareta Tenduristiyê kir, lê belê du salan bersivek ji pêşnûme pirsa me re nehate dayin."

'MIN RÛ BI RÛ JI FAHRETTÎN KOCA PIRSÎ, LÊ NEKARÎ BERSIVÊ WERBIGIRIM'

Gergerlîoglû diyar kir ku li ser mijarê ne tenê pêşnûme pirs da, her wiha di dema nirxandina budçeyê de wî rû bi rû ji Wezîrê Tenduristiyê yê wê demê Fahrettîn Koca pirsî bê çima bersiv jê re nehatiye dayin, lê belê dîsa jî bersivek nekarî werbigire.

Gergerlîoglû ragihand ku eşkere bû ku li vê nexweşxaneyê karên nelirê têne kirin, lê belê Wezareta Tenduristiyê bi ser ve nediçû û got, "Vê nexweşxaneyê du caran malbat mexdûr kir. Bav dema ku çû nexweşxaneyê û ji rayedaran pirsî ku li gel erka wan nîne jî çima MR kişandine, hingî bi ser bav ve aciz bûn. Bav li ser vê yekê serî li me da. Eger wezaretê beriya du salan bala xwe bida ser vê pêşnûme pirsê û lêkolîn kiribûya, dikarîbû xwe bigihanda çeteyê û ewqas pitik nedimir, lê belê nexwestin bi ser ve biçin."

'KOCA JÎ MEMÎŞOGLÛ JÎ BERPIRSYAR IN'

Gergerlîoglû destnîşan kir ku Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca û Midûrê Bajêr ê Tenduristiyê yê Stenbolê yê wê demê Wezîrê Tenduristiyê yê niha Kemal Memîşoglû yên ku bi ser bûyerê ve neçûn bi qasî nexweşxaneyan berpirsyar in. Memîşoglû ku wê demê bi teftîşkirina van nexweşxaneyan berpirsyar bû, îro radibe dibêje "Me sala 2023'an filan tişt kir." Gergerlîoglû got, "Di sala 2022'an de li ser vê mijarê me pêşnûme pirsek pêşkêş kir, gelo we çima guh nedan? We çima lêkolîn nekirin?" û banga îstifayê lê kir.