Kaya: Bazirganiya li qada tenduristiyê dibe sedema mirinê

Hevserokê Aksarayê yê SES'ê Dîren Can Kaya diyar kir ku ew ji bo xizmeteke civakî û tenduristiyê ya wekhev, bêpere, xurt û bi zimanê dayikê têdikoşin û got, "Tenduristî maf e, nabe bê firotin. Bazirganiya li tenduristiyê dibe sedema mirinê."

AKSARAY

Çeteya Yenîdogan ku bi binpêkirina tenduristiya pitikên nû ji dayik bûyî qezencek dikir, yek ji rojeva sereke ya Tirkiyeyê ye. Hevserokê Şaxê Aksarayê yê Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) Dîren Can Kaya li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku sîstema tenduristiyê ya li Tirkiyeyê ne di wê astê de ye ku pêşî li rêxistinbûyînên bi vî rengî yên çete bigire. Kaya anî ziman ku sîstema desthilatdariya AKP'ê bi navê 'Bernameya Veguherînê ya di Tenduristiyê de' afirand, rê dide bazirganiyê, xwe dispêre xizmeta tenduristiyê ya bi pere û got, "Dixwazim destnîşan bikim ku sîstema tenduristiyê ne di wê astê de ye ku pêşî li rewşeke bi vî rengî bigire, lewma jî divê raya giştî timî hay ji xwe hebe."

Kaya diyar kir ku xizmetên tenduristiyê nehatine başkirin, doktor weke karsaz têne pênasekirin, girîngî ji kêrhatîbûna hemşîreyan re nayê dayin, fikarên rêxistinên pîşeyî yên kedê nayên dîtin.

Kaya ragihand ku di nava şert û mercên heyî de li Stenbolê ji her 10 nexweşxaneyan 7 jê nexweşxaneyên taybet in û got, "Lê belê kontrola wan lawaz e, rewşa gelek nexweşxaneyan nebaş e. Ev yek hem ji aliyê kedkarên tenduristiyê yên li Stenbolê hem jî ji aliyê gelên li Stenbolê ve tê dîtin."

Kaya diyar kir ku di nava vê sîstemê de kedkarên tenduristiyê li sektora taybet neçar dimînin ku di nava şert û mercên gelekî giran de xizmeteke giran bikin.

MAFÊ TENDURISTIYÊ DIVÊ JI BO HER KESÎ BÊPERE BE

Kaya destnîşan kir ku mafê tenduristiyê divê ji bo her kesî bêpere be, her kes karibe vî mafê bi hêsanî bi kar bîne û got, ew ji bo xizmeteke civakî û tenduristiyê ya wekhev, bi bandor, bêpere, xurt û bi zimanê dayikê têdikoşin. Kaya got, "Em her carê destnîşan dikin ku xizmeta civakî û tenduristiyê mafê şexs e, wezîfeya dewletê ye. Li gorî me, mafê tenduristiyê ne tenê bi biryarên kedkarên tenduristiyê, bi hevpariya rêxistiniyên gel dikare bê başkirin. Her cûre taybetîkirin êrîşeke îdeolojîk e, tenduristî mafek e, nayê firotin, bazirganiya li qada tenduristiyê dibe sedema mirinê. Bi pejirandina xizmetên tenduristiyê li cemaweriyê, bi avakirina wezareteke liyakat û bidawîkirina armanca qezencê ya li tenduristiyê pêşî li rewşên bi vî rengî dikare bê girtin."