Bayindir: Tiştên ku îro tên axaftin encama berxwedanê ne

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku nîqaşên li dor pirsgirêka Kurd encama têkoşîna gelê Kurd e û got, ew ê gavekê jî ji daxwaza azadiya Rêber Apo paşde neavêjin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir li Êlihê hin serdan kirin. Bayindir di çarçoveyê de serdana rêxistinên DEM Partiyê yên Hezro û Qabilcewzê jî kir. Bayindir di dema serdanan de axivî û wiha got: "Pergala dewletê her tim xebatên jiholêrakirina têkoşîna gelê Kurd bi rê ve dibe. Ji ber vê yekê bi taybet li Êlihê, li tevahiya Kurdistanê her serdemê bi rêbazeke taybet tevgeriya. Lê heta roja îro ev têkoşînê li her qadê her ku çû mezintir bû. Ne tenê li Êlihê, li Rojava û li tevahiya Kurdistanê têkoşîna azadiyê ya Kurdan roj bi roj mezintir bû. Ev têkoşîn bi xebateke bi şev û roj ya hevalan hat heta roja îro. Ev têkoşîn êdî xwedî gelek derfetên mezin e. Li Kurdistana mezin û li Rojhilata Navîn ji bo azadiyê û ji bo gelên bindest derfetên nû çêdibin."

'BERXWEDAN SERKEFTINÊ TÎNE'

Bayindir anî ziman ku berxwedana gelê Kurd a mafdar serketiye û wiha pê de çû: "Heger tevî zilmeke evqas mezin vê berxwedanê dewam kiribe, dê ne şaş be ku mirov bibêje sedemên vê berxwedanê yên mafdar hene. Loma ev têkoşîn ji serî heta binî têkoşîneke heq e. Me 13'ê Cotmehê li Amedê bi armanca pêkanîna azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk mîtînga Kurdistanê li dar xist. Ji 7 salî heta heftê salî her kesî di vê mijarê de îradeya xwe bi eşkere nîşan da. Erdoxan û Baxçelî jî ev yek dît û niha dixwazin pêvajoyekê bidin destpêkirin."

Bayindir anî ziman ku ew ê ji armanca pêkanîna azadiya Rêber Apo gavekê jî paşde neavêjin û axaftina xwe bi van gotinan dawî kir: "Em bawer dikin ku dê pirsgirêka Kurd jî di vê çarçoveyê de bê çareserkirin. Ew dibêjin ku heger em vê meseleyê çareser nekin em ê tune bibin. Wan wisa bawer dikir ku ew ê heta sala 2024'an dawî li têkoşîna me bînin û têkoşîna yekitiya Kurdan ji holê rakin. Lê niha ew li ber devê kêrê ne. Em li vir in, li ser piyan in û têkoşîna xwe didomînin. Ev nîqaşên di van rojên dawî de hemû encama têkoşîna heq a Kurdan e."