ROJEVA 23'Ê COTMEHA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Farûk Gergerlîoglû ku têkildarî Nexweşxaneya Taybet a Medîlîfe ya ku çeteya Yenîdogan lê çalak bû di sala 2022'an de pêşnûme pirsek pêşkêşî Wezareta Tenduristiyê kir, got "Eger bihata lêkolînkirin wê ewqas pitik nemiribûna."

Gerîlayên YJA Starê Sozdar Amara û Zîlan Kobanê yek ji fermandarên pêşeng ên PKK'ê şehîd Bêrîtan bi bîr anîn û destnîşan kirin ku xeta Bêrîtan serhildana li dijî xiyanetkaran e.

Seroka Komeleya Jinê ya Rosa Sûzan Îşbîlen ragihand ku polîtîkaya bêcezahiştina kujeran bûye sedem ku hejmara kuştina jinan zêde bibe û got, Tirkiye û Rojhilata Navîn ji bo jinan cihekî ewle nîne.

Gerîlayên HPG'ê Brûsk Şêrawa û Ronî Dêrik destnîşan kirin ku heta ew bi ruhê berxwedanê yê Bêrîtan têbikoşin, wê dijmin ti carî bi ser nekeve.

Parlamenterê DEM Partiyê Heval Bozdag diyar kir ku pirsgirêkên li sîstema tenduristiyê tenê weke meseleya nexweşxaneyekê yan jî çeteyekê neyê dîtin û got, sîstemê pêşî li çetebûnê vekiriye.