ROJANE
Gulistan Kiliç Koçyîgît got, “Wê Meclîs dest bi betlaneyê bike lê hewce ye ev komîsyon tavilê bê avakirin. Divê Meclîs havînê jî bixebite û tavilê hemû amadekariyên qanûnî yên bo sala nû bên kirin û di vê mijarê de berpirsyartiyê li xwe bigire.”
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot ragihand ku ew di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Tirkiyeyê de navbeynkariyê dikin û piştgiriya Fransayê ya ji bo Kurdan dubare kir.
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan ku bi wesîleya Cejna Qurbanê hevdîtin bi Rêber Apo re kir, anî ziman ku Rêber Apo ji bo DEM Partiyê gotiye partiya xwişk û biratiya gelên Kurd û Tirk û ev yek jî tê wateya nûkirina her tiştî.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan diyar kir ku Rêber Apo di hevdîtina Cejna Qurbanê de hemû kedkar, xwendekar û akademisyenên Zanîngeha Kobanê pîroz kir.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan wiha got, “Em plan dikin ku di demeke kurt de biçin Îmraliyê. xwe birêxistin bikin. Îhtîmalekî mezin e ku Birêz Ocalan di rojên pêş de bi nûnerên partiyên siyasî yên cuda re jî hevdîtinê bike.”
Hemû Nûçe
-
-
HDK-E: Li dijî faşîzmê pêdîvî bi HDP'ê heye
Hevberdevkên HDK-E’yê Asiye Esra Guden û Demîr Çelîk, bal kişandin ku ligel hemû zext û êrîşan HDP'ê bend derbas kiriye û gotin, "Di têkoşîna hevpar a li dijî faşîzmê de ji her demê zêdetir pêdivî bi HDP'ê heye."
-
-
-
-
Ji Mandela heta Ocalan; Essa Moosa
Xwediyê fikra çalakiyên ji bo Ocalan ên ku li Strasboûrgê 2 hezar û 194 roj in didome, Essa Moosa bû. Moosa yê ku di sala 2017’an de jiyana xwe ji dest da, li hemberî rejîma Apartheîd tevî Mandela têkoşiyabû û dostekî hêja yê gelê Kurd bû.
-
-
-
-
-
-
-
Înce: Rejîm êdî ji bo me hemûyan metirsî ye
Namzetê Serokkomariyê Înce encama hilbijartinê ku AKP bi hîle û zordariyê xwe bi ser xist, qebûl kir. Înce diyar kir ku di hilbijartinê de xwîn hatiye rijandin û got, "Rejîma ku ji îro û pê ve ketiye meriyetê, ji bo me hemûyan metirsî ye."
-
-
-
HDP li heft welatan bû partiya yekemîn-NÛ BÛ
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji mîlyonek 443 hezar û 585 dengên li derveyî welat hatî bikaranîn, 259 hezar û 948 deng girt û bû partiya sêyemîn. Li heft welatan jî bû partiya yekemîn.
-
-
-
-
-
Bû wekîlê bajarê ku 27 salan lê doktor bû
Selçûk Mizrakli bû wekîlê Amedê ku 27 salan lê doktorî kir. Mizrakli ku heta niha ji bo tenduristiya gel hewl da, wê ji niha û pê ve ji bo azadî, demokrasî û wekheviyê hewl bide.
-
-
Li dijî zaliman wê bibe dengê mazlûman
Serokê berê yê MAZLUM-DER'ê Dr. Omer Farûk Gergerlîoglû ku demeke dirêj ji bo mafên mirovan têkoşiya, weke Parlamenterê HDP'yî cihê xwe li meclîsê girt.
-
Wê bibe deng û rengê ciwanan
Dersim Dag ku yek ji parlamenterên herî ciwan e, bi gotina "Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin" dixwaze li meclîsê bibe deng û rengê ciwanan.
-
Ji ser dika şanoyê derbasî qada siyasetê bû
Bariş Atay ku bi nasnameya xwe ya mûxalîf tê naskirin, li Antakyayê bû parlamenterê HDP'ê. Atay ê ji ser dika şano derbasî qada siyasetê bû, wê bibe dengê bindestan û pirsgirêkên Antakyayê bixe rojeva meclîsê.