Li dijî zaliman wê bibe dengê mazlûman

Serokê berê yê MAZLUM-DER'ê Dr. Omer Farûk Gergerlîoglû ku demeke dirêj ji bo mafên mirovan têkoşiya, weke Parlamenterê HDP'yî cihê xwe li meclîsê girt.

Dr. Farûk Gergerlîoglû ji Kocaeliyê hate hilbijartin û wê êdî karên xwe yên ji bo mafên mirovan li bin sîwana meclîsê bidomîne. Gergerlîoglû sala 1965'an li navçeya Karaagaç a Spartayê ji dayik bû û xwendina xwe ya dibistanên navîn û seretayî li Bûrsayê qedand. Piştî ku lîseya Îmam Hatîp a Bûrsayê qedand, sala 1990'î ji Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Anadolûyê mezûn bû. 5 salan li Îdir û Bûrsayê doktorî kir.

Pisporê nexweşiyên sîngê û Tuberkuloz Gergerlîgolû ku li gelek herêmên Tirkiyeyê li nexweşxaneyan xebitî, sala 2003'an bu serokê şaxê Kocaeliyê yê MAZLUM-DER'ê. Sala 2007'an bû serokê giştî yê MAZLUM-DER'ê. Hem li hundir hem jî li derveyî welat li ser binpêkirina mafên mirovan ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kar kir. Sala 2013'an bû berdevkê Platforma Aştiyê ya Kocaeliyê.

Dr. Gergerlîoglû wê ji niha û pê ve li meclîsê bibe dengê mazlûman li dijî zaliman.