HDP li heft welatan bû partiya yekemîn-NÛ BÛ

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji mîlyonek 443 hezar û 585 dengên li derveyî welat hatî bikaranîn, 259 hezar û 948 deng girt û bû partiya sêyemîn. Li heft welatan jî bû partiya yekemîn.

Encamên dengdana li derveyî welat a ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê eşkere bûn.

Li gorî vê yekê milyonek û 443 hezar û 585 hilbijêr çûn ser sindoqan. Rêjeya beşdarbûnê bi sed^i 48 rekor şkand.

HDP mîna li gelemperiya Tirkiyeyê, li derveyî welat jî bû partiya sêyemîn. Lê belê li gorî vê tabloyê, dengên HDP'ê li gorî hilbijartina Mijdara 2015'an kêm bûn.

HDP'ê di hibijartinên 24'ê Hezîranê de li derveyî welat 259 hezar û 948  deng girt. Di hilbijartina Mijdara 2015'an de bi rêjeya 19.1 ji sedî 220 hezar û 59 deng stendibû.

Li gorî encamên ne diyar, AKP'ê 52.5 ji sedî yê dengan, CHP'ê 17.3 ê dengan, HDP'ê 16.5 ji sedî yê dengan û MHP'ê jî 8 ji sedî yê dengên li derveyî welat stendin.

Li Welatên herî zêde HDP deng lê girtî Fînalndiya, Qralyeta Yekbûyî û Iraq bû.

LI 7 WELATAN BÛ PARTIYA YEKEMÎN

Navê 7 welatên ku HDP bûyî partiya yekem wiha ye;

Qralyeta Yekbûyî, Fînlandiya, Iraq, Swîsre, Îtalya, Japonya û Ûkranya.

HIN WELATÊN KU RÊJEYA DENGAN LÊ ZÊDE YE

HDP'ê tevî vê yekê li van welatan bi rêjeyeke bilind deng stend: Swîsre %35.2, Kanada %31.7, Yewnanîstan %33.9, Romanya %26.5, Bahreyn %25.8, Îrlanda %24.8, DYA %20.6, Federasyona Rûsya %19.5, Çîn %18.6.