Ji Goran û YNK’ê li MPKE’yê xebatên dîplomasiyê
Şandeya Başûr, bi civîna li MPKE’yê gavên dagirker ên dewleta Tirk û êrîşên li ser Kurdan anîn rojevê.
Şandeya Başûr, bi civîna li MPKE’yê gavên dagirker ên dewleta Tirk û êrîşên li ser Kurdan anîn rojevê.
Endamê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê, parlamentere Goran Şêrko Hemo Emîn û parlamentere YNK’ê Salar Muhammed, li Meclîsa Paralmenter a Konseya Ewropayê (MPKE) hevdîtinên xwe didomînin.
Her wiha Nûnerê HDP-EK’yê Fayik Yagizay jî di nav şandeyê de ye.
ÇI HATE ROJEVÊ
Şandeya Başûrê Kurdsitanê li gel Parlamentera Swêd û endama Koma Yekîtiya Çepgir a MPKE’yê Lotta Johns Fornarve û Ertûgrûl Kurkçu ê HDP’yî daxuyaniya çapemeniyê dan. Endamên şandeyê geşedanên piştî referandûma li Başûrê Kurdistanê, geşedanên li pey hilbijartina giştî ya Iraqê û dagirkirina Efrînê anîn rojevê. Şandeyê bal kişande ser dagirkerî û êrîşa li ser Kurdan û her wiha tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Di civînê de hilbijartina dawî ya li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê jî hate rojevê û hate gotin divê hevdîtinên ‘‘pêvajoya aştiyê’’ destpê bikin.
Şandeyê got, rejîma Tirk ji bo ku Kud li tu deveran nebin xwedî maf, her cure sucî dike.
‘ME SÛCÊN LI EFRÎNÊ DÎTIN’
Parlamenterê Goran Şêrko Hemo Emîn got ew bi şandeyê çûne Efrînê, wan sûcên dewleta Tirk ên li Efrînê dîtine û diyar kir ku li dijî van sûcan ji saziyên navnetewî û dewletên mezin tu helwest nehatiye nişandan.
BANGA LI DERDORÊN NAVNETEWEYÎ
Parlamenterê YNK’ê Salar Muhammed jî destnîşan kir ku piştî Efrîn ji DAÎŞ’ê hatiye rizgarkirin, hatiye dagirkirin û ji ber bêdengiya dewletên Ewropayê, YE û NY’yê helwest nîşan da. Ji bo ku dewleta Tirk dev ji pollîtîkayên xwe yên dijî Kurdan biqere, bang li derdorên navneteweyî kir ku zextê li ser dewleta Tirk bikin.
Muhammed li ser hilbijartina 24’ê Hezîranê jî axivî, rehînbûna namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bi bîr xist û got hilbijartin bi şertên ne wekhev pêk hatine.
Her du endamên şandeyê jî xwestin ku hevdîtinên bi Ocalan re yên ku demekê dest pê kiribûn, werin domandin.