'Li hemberî Ewropayê wê Tirkiyeyeke hîn bi hêrs hebe'
Li gorî pispor Kenner Joshua-Walker, ji niha û pê ve Tirkiyeyeke hîn bi hêrs heye li hemberî Ewropayê.
Li gorî pispor Kenner Joshua-Walker, ji niha û pê ve Tirkiyeyeke hîn bi hêrs heye li hemberî Ewropayê.
Piştî ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bi desteserkirina îradeya hilbijêran di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de bi ser ket, bal hemû çû ser wê yekê ku rejîma Erdogan li qada navneteweyî têkiliyeke çawa deyne. Pisporê DYA'yî Kener Joshua-Walker ku têkiliyên cîhana rojava û dewleta Tirk ji nêz ve dişopîne, encamên hilbijartinên 24'ê Hezîranê nirxand.
Joshua Walker ji rojnameya Frankfurter Allgemeine ya Elmanyayê re axivî û diyar kir ku têkiliyên Enqereyê yên bi Rûsya, Çîn û Îsraîlê re wê êdî stabîl bibin. Li gorî çavdêrê DYA'yî, rejîma Erdogan wê hîn bêhtir ji nirxên Yekîtiya Ewropa û cîhana rojava qut bibe.
Joshua Walker destnîşan kir ku wê ji niha û pê ve Tirkiyeyeke bi hêrs li hemberî Ewropayê hebe û wiha dewam kir: "Têkiliyên navbera Ewropa û Tirkiyeyê di demeke nêz de wê bê ber mirinê." Walker da xuyakirin ku ji têkiliyên siyasî wêdetir wê Ewropa têkiliyên aboriyê bi dewleta Tirk re bidomîne.
'TÊKILIYÊN DYA Û EWROPAYÊ BANDORÊ LI TIRKIYEYÊ JÎ DIKE'
Joshua Walker anî ziman ku di dema pêş de rêveçûna têkiliyên bi Tirkiyeyê re we ji aliyê lîderên Ewropî ve bê diyarkirin û got, "Li Tirkiyeyê êdî neteweperest wê rengê xwe bidin desthilatdariyê û ev rewş wê bandorê li têkiliyên bi cîhana rojava re bike. Ji ber vê yekê divê Ewropa diyaloga xwe ya bi Tirkiyeyê re nebire."
kenner Joshua Walker işaret bi rageşiya dema dawî ya navbera DYA û Yekîtiya Ewropayê kir û got, "Têkiliyên navbera Amerîkî û Ewropiyan jî bi pirsgirgêk in. Mesela, li Merkel û Trump binerin. Ev rewş bandorê li têkiliyên bi Tirkiyeyê re jî dike."
Joshua Walker sekna Tirkiyeyê ya li Ewropa û DYA şiband têkiliya zarokekî bi pîrk û kalkê xwe re û got, "Zarokê ku bi dê û bavê xwe re pirsgirêkê bijî, dixwaze biçe cem pîrk û kalkê xwe. Têkiliyên Tirkiyeyê jî bi vî rengî ne."