Têkoşîna xwe ya li Sûrê nîvco ma wê li Meclîsê bidomîne

Remziye Tosûn ku li dijî êrîşên dewleta Tirk tevî 4 zarokên xwe 3 mehan li Sûrê ma, bû wekîla Amedê. Tosûn ku dixwaze bibe dengê gelê Sûrê, wê têkoşîna xwe ya nîvco mayî li Meclîsê bidomîne.

Yek ji parlamenterên nû yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosûn e. Li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk, li Sûr a ku 103 rojan li ber xwe da tevî 4 zarokên xwe 100 rojî ma. Remziye Tosûn ku yek ji sembolên berxwedana xwerêveberiyê ya Sûrê ye, sala 1980'î li gundê Termila Jêrîn a navçeya Erxenî ya Amedê ji dayik bû.

Zarokatiya Tosûn bi dîtina zilm û zordariyê derbas bû. 18 salî zewicî û bar kir taxa Fatîhpaşa ya li Sûrê. 20 salan li Sûrê ma. Dema ku "qedexeya derketina derve" dest pê kir jî, mala xwe neterikand.

DEWLETÊ DEST DANÎ SER ZAROKÊN WÊ

Tosûn ku nêzî 3 mehan li Sûrê bû hedefa êrîşên dewletê, piştî ku ji Sûrê derket, tevî neh kesan bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "hewldana bi zora çekê ji bo guhetina sîstema destûrî" tevî keça xwe Bêrîtan a 1.5 salî hate girtin. Dema ku hate girtin, Dozgeriya Komarê ya Amedê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" li keça wê ya yek salî Bêrîtan û zarokên din lêpirsîn vekir.

Piştî ku Tosûn hate girtin, dewletê dest danî ser 3 zarokên wê. Zarokên wê wextekê li stargeha xwedîkirinê hatin hiştin û ji ber nerazîbûna raya giştî û serlêdana malbatê radestî pîrka wan hatin kirin. Hevserê Remziye Tosûn ku li Sûrê bi lêdanê hate girtin, hîn jî li girtîghê ye. Tosûn ku 15 mehan li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê hate hiştin, 16'ê Gulana 2017'an bi şertê kontrola edlî hate berdan.

WÊ BIBE DENGÊ GELÊ SÛRÊ

Tosûn ku di dema berxwedana xwerêveberiyê de mala wan a li Sûrê ji aliyê hêzên dewletê ve hate xerakirin, tevî pîrka xwe û zarokên xwe li gundê Termila Jêrîn a Erxeniyê bi cih bû. Tosûn ku serî li ber zextên dewletê netewand, piştî ku ji girtîgehê derket têkoşîna xwe ya siyasî dewam kir.

Tosûn li avahiya HDP'ê ya bajêr weke aşpêş xebitî û ji bo bibe dengê her kesên li Sûrê ji aliyê dewletê ve hatine mexdûrkirin, ji HDP'ê bû namzet. Tosûn li Amedê di rêza 4. de namzet bû û hate hilbijartin. Tosûn wê têkoşîna xwe ya li Sûrê nîvco ma li Meclîsê bidomîne.