Hevserok Çîçek û 8 HDP’yî hatin berdan

Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengiz Çiçek û 8 HDP'iyên din ên ku girtî dihatin darizandin, hatin berdan.

Hevserokê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Cengîz Çîçek ku beriya 1'ê Gulanê hat girtin û piştre Namzetê HDP'ê yê Wanê hatibû nîşandan, tevî 10 kesên din dihat darizandin. Rûniştina doza Çîçek kesên din li 23'mîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê pêk hat. Piştî Çîçek û 8 HDP'iyên îfade dan û parastin kirin heyeta dadgehê di derbarê wan de biryara berdanê da. Hevserokê HDP'ê yê Gungorenê Omer Ozkan jî nehat berdan.

Navê HDP’yiyên ku hatine berdan wiha ne; Cengîz Çîçek, Gonul Karaman, Gulsîmet Onal, Halît Îpekyuz, Kazim Kose, Kezîban Bûlak, Mehmet Emîn Kiliçarslan, Yusuf Kesik û Yuksel Seyîtvan.