Bi dehan nûnerên saziyan ji bo Ocalan di nobetê de ne

Li Ewrûpayê hevserokên saziyên Kurdistanî û gelên din ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 6 sal in li pêşiya Konseya Ewrûpayê di çalakiya nobetê de ne.

Nobeta ji bo Azadiya Ocalan di 25’ê Hezîrana 2012’an de li pêşiya Konseya Ewrûpayê hate destpêkirin û ev çalakî, çalakiya herî demdirêj a gelê Kurd e. Bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate diyarkirin ku ew ê xwedîlêderketina vê nobetê zêdetir be.

Bi dehan saziyên ku pêkhateyên KCDK-E’yê ne û nûnerên gelên Suryan û Asûr tevlî daxuyaniyê bûn û diyar kirin ku ew ê têkoşîna wan bidome.

KCDK-E: ÇALAKÎ EW Ê BIDOME

Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr diyar kir ku ev çalakî 6 sal in didome û her hefte sazî, meclîs û pêkhateyên cihê nobetê dewr digirin. Goksungur diyar kir îro jî bi dehan saziyên ku saziyên jinan, ciwanan, bawerî û malbatên şehîdan di nav de, hatine ji bo Ocalan nobetê bigirin.

NÛNERÊN GELÊN SURYAN JÎ DI ÇALAKIYÊ DE NE

Li ser navê Yekîtiya Suryanên Ewrûpayê (ESU) Yakûp Nohomo jî diyar kir ku ew tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd qebûl nakin.

Nûnerê SKYP-Ewrûpayê Tûncay Yilmaz jî diyar kir ku projeya Ocalan ji bo gelan tekane çareserî ye û bal kişand ser têkoşîna li dijî faşîzma Erdogan.

‘EZIDÎ BI SAYA WÎ BAWERIYA XWE DIKARIN BIJÎN’

Li ser navê NAV-YEK’ê Alî Saçik jî got ku “Kesî newêrîbû xwedîtiyê li Êzidiyan bikin lê Ocalan derfet ava kir ku Êzidî baweriya xwe bi azadî bijîn.” Saçik diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo Ocalan bidomînin.

‘BAWERÎ Û AZADIYA GELAN E’

Endamê Koma Aşitiyê ya Ewropa Îmam Canpolat jî qala têkoşîna aşitiyê ya 25 salan a Ocalan kir. Canpolat got, tevî hemû hewldanên komploya navnetewî Ocalan komên aşitiyê şand û wiha domand; “Azadiya Ocalan azadiya bawerî û gelan e. Divê hemû kes ji bo azadiya Ocalan têbikoşe”.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya SwîsreYê Cûma Alak jî got wê çalakiyên Kurdistaniyên li Swîsreyê yên ji bo azadiya Ocalan ku heta roja îro dewam e û wê her dewam bike. Alak wiha domand; “Li dijî esareta Ocalan ne mumkun e ku Kurd jiyaneke rehet bijîn. Em ê çalakiyên xwe hê bi bandortir bidomînin”.

PYD: HETA KU OCALAN AZAD NE RAWESTÎN NÎNE

Derîm Al Alî ku li ser navê PYD’ê axivî wiha got; “Heta ku Ocalan azad nebe sekin nîne. Li Rojhilata Navîn ji bo azadî, aşitî û biratiyê divê Ocalan azad be. Em ê bêyî Ocalan welatek û azadiyê qebûl nekin”.

Derîm El Alî serketina HDP’ê ya di hilbajartinên 24’ê Hezîranê de silav kir û got wê biratiya gelan bi ser bikeve.

JIN DIVÊ JI BO OCALAN DI NAVA ÇALAKIYAN DE BIN

Nûnera Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E) Nazlî Tûran jî wiha axivî; “Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan ku ji bo azadiya jinan xwedî kedeke mezin e, em ê ji bo azadiya wî tû caran tawîzan nedin. Divê jin bi vê armancê û bi hemû hêza xwe têbikoşin”. Tûran bang li jinên Ewropa kir ku ji bo azadiya Ocalan  çalakiyan li dar bixin.

HELWESTA LI DIJÎ KURDAN DERVEYÎ ÎSLAMÊ YE

Mele Salih li ser navê Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK) axivî û wiha got; “Ji bo aşitiya gelan divê diyaloq were kirin. Tecrîda bi salan a li ser Ocalan em şermezar dikin. Kesên ku ji bo gelê Kurd qala aşitiyê dikirin, niha Rojhilata Navîn û Kurdistan veguherandine gola xwîne. Ev polîtîkayên ku Kurdan ji derve dihêlin ne li gorî Îslamê ye”.

Mele Salih ji bo çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Ocalan banga beşdarbûnê kir.

Endamê Dîwana Hevserokatiya KCDK-E Mûrat Ceylan jî got, divê li dijî tecrîdê têbikoşin û bang li hemû saziyan kir ku di vê têkoşînê de rolê xwe bileyzin. Ceylan wiha domand; “Heta ku azadiya Ocalan mîsoger nebe, gel û baweriyên li Rojhialta Navîn wê xwe azad hîs nekin. Azadiya Ocalan ji bo me armanca herî girîng e”.

Daxuyaniya zindî bi dirûşmeyên ‘Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok’ , ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

PARLAMENTERÊN GORAN Û YNK’Ê JÎ PIŞTGIRÎ DIDIN

Parlamenterê Goran yê ku endamê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Şerko Hemo Emîn û Parlamenterê YNK’ê Salaar Mûhammed jî piştgiriya çalakiyê dikin. Di dema daxuyaniyê de Emîn û Mûhammed li Konseya Ewropayê civîn li dar dixistin.