Înce: Rejîm êdî ji bo me hemûyan metirsî ye

Namzetê Serokkomariyê Înce encama hilbijartinê ku AKP bi hîle û zordariyê xwe bi ser xist, qebûl kir. Înce diyar kir ku di hilbijartinê de xwîn hatiye rijandin û got, "Rejîma ku ji îro û pê ve ketiye meriyetê, ji bo me hemûyan metirsî ye."

Namzetê CHP'ê yê Serokkomariyê Mûharrem Înce hilbijartina serokkomariyê nirxand.

Înce got, "Kesî gef li min nexwar. Çend şîzofrenan rabûn gotin, 'hevsera min revandine, gef li min xwarine'. Tiştekî bi vî rengî nîne. Gotin, 'ez çûme qesrê...' Ev hemû asparagas in."

Înce diyar kir ku ew dixwaze 15 milyon dengên stendiye bigihîne 30 milyonî û ev bang li Erdogan kir, "Ji îro û pê ve bes weke serokê giştî yê AK Partiyê tevbigere."

'DI HILBIJARTINÊ DE XWÎN HATE RIJANDIN'

Înce got, hilbijartineke welê hate kirin ku wê bandoreke giran li paşeroja welêt û demokrasiyê bike û kuştina HDP'yiyan li Pirsûsê bi bîr xist. Înce got, "Ji dema hate ragihandin û heta encam hate eşkerekirin, hilbijartin bi rengekî ne wekhev hate kirin. Beriya her tiştî xwîn hate rijandin. Ji xizmên kesên ku jiyana xwe ji dest dane, ez careke din sersaxiyê dixwazim."

Înce bi dewamî got, "Hin aliyên encamên hilbijartinê ku divê bên ronîkirin hene. Di 16'ê Nîsanê de blokên 'erê' û 'na' derketibû holê. Me dît ku di pêvajoya hilbijartinê de dest li dengan hatiye werdan."

'JI BO ME HEMÛYAN METIRSÎ YE'

"Înce got, "Rejîma ku ji îro û pê ve kete meriyetê ji bo hemûyan metirsî ye. Wê metirsiyeke mezin be. Em ê vê bibînin. Em ê hemû berdêla vê yekê bidin." Înce got, "Tirkiyeyê têkiliya xwe ya bi nirxên demokratîk birî ye."