Demîrtaş: Serketineke mezin e ku wê HDP di meclîsê de cih bigire

Namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş têkildarî encamên hilbijartinê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyeke kurt kir.

Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê encamên hilbijartina 24’ê Hezîranê nirxand.

Parvekirinên Demîrtaş wisa ne:

“Beriya her tiştî ez hêvî dikim ku ev hilbijartin ew ê bi xêr be. Ez hemû hemwelatiyan pîroz dikim ên ku çûn ser sindoqan û dengê xwe dan. Di vê pêvojoya bê edalet de, ez hemû hevalên fedakar spas dikim.

Ez partiya xwe HDP’ê jî pîroz dikim a ku ligel şertên Rewşa Awarte, zext û zordariyan benda hilbijartinê derbas kir. Ez îradeya gel silav dikim a ku li derdora HDP’ê bû xeleq. Di van şertan de serkeftineke mezin e ku HDP ew ê di meclîsê de cih bigire.

Bîr û baweriya gelê me ya siyaseta demokratîk, ji bo me fermana têkoşîna azadiyê ya ji bo aştî û azadiyê ye.

Di nava meclîsê de û li derveyî wê, li hemû qadên sivîl em ê têkoşîna herî bibîryar a ji bo berjewendiya gelan bidomînin. Çi yên hatin hilbijartin, çi jî yên nehatin hilbijartin ez hemû hevalên xwe yên namzet pîroz dikim û ji hemûyan re serkeftinê dixwazim.

Bi taybetî ez ciwan û jinan spas dikim ku di vê kampanyayê de roleke pêşeng lîstin. Bêyî ku em gavekê bi paş ve biavêjin, em ê li derdora rêgezên xwe têkoşîna xwe bidomînin.

Bêedalatiya herî mezin ev bû ku min di girtîgehê de kampanya bi rê ve bir. Ji ber vê jî ew ê meşrûbûna encaman jî were nîqaşkirin.

Namzetên din 100 mîtîng lidarxistin, min jî tenê 100 tweet nivîsand. Çi ji destê min hat, min ji bo gelê xwe kir. Min hewl da rol û mîsyona xwe bi cih bînim. Ez bawer dikim ku keda min jî heye ku me HDP bir meclîsê.

Lê ew ê kêmasiyên min jî hebin. Ji ber vê jî ez lêborîna xwe dixwazim û xwe diavêjim bextê fireh ê gelê xwe. Pozîsyona min çi dibe bila bibe, ez ê bêyî navber têkoşînê bidomînim.

Em ê hemû kes, encaman baş binirxînin û dersên girîng jê bistînin. Di şertên heyî de ji bo ku em siyasetê bikin qada çareseriyê, çi ji destê me were, em ê bikin. Ez silav û hurmetên xwe pêşkêşî we hemûyan dikim, serkeftinê dixwazim.