Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan li Ewropayê (HDK-E) Asiye Esra Guden û Demîr Çelîk, di derbarê hilbijartina 24’ê Hezîranê de daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de hevserokên giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî hatin pîrozkirin û hat gotin “Ligel ku namzetê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş di zindanê de bû û ewqas propagandaya reşkirinê hatiye meşandin jî di hilbijartinê de bûne partiya sêyemîn a serkeftî û ev jî cihê şanazî û pîrozkirinê ye.”
'HDP, CAREKE DÎTIR BÛ HÊVÎ'
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Hilbijartin di şert û mercên awarte de pêk hatiye. Sê sal in li ser siyaseta demokratîk operasyonên tasfiyekirinê tên meşandin. Ev zext di dema hilbijartinê de jî bê navber domiyane. Lê ligel tevahiya van rê û rêbazên ne rewa jî HDP’ê bend derbas kiriye. HDP’ê, hem rêjeya dengê xwe zêde kiriye, hem jî hejmara parlamenterê xwe zêde kiriye û bûye partiya sêyemîn. Lewre careke dîtir bûye hêviya gelan.”
'HATE DÎTIN KU BÊ HDP NABE'
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Gelên Tirkiyeyê, careke dîtir daniye holê ku rejîma parlementeriyê, têkoşîna demokrasî, maf û dadweriyê bê HDP’ê nabe. Heke HDP nebe, aştiyeke bi rûmet, demokrasî û jiyana nû ya azad pêk nayê. Gelên me bi vê baweriyê tevgeriyane û li hemberî desthilatdarî û dîktatoriya yekzilamî, nîşan daye ku HDP, tevgereke gel e ya ku pêşî lê nayê girtin.
Li Tirkiyeyê, di têkoşîna hevpar a li hemberî faşîzmê de ji her demê zêdetir pêdivî bi HDP’ê heye. Demokrasî, azadî, dadwerî û wekhevî ancax bi têkoşîna siyasî ya HDP û HDK’ê pêkan e.”