Ji bo gerîlayê ku di dema agirbestê de şehîd bû şîn hate danîn

Ji bo gerîla Ethem Kocaman (Welat Hêmin) ku tevî biryara agirbestê ya HPG’ê û biryara Kongreya 12’emîn a PKK’ê jî di êrîşên dewam dike de şehîd bû, li Amedê şîn hate danîn.

Ji bo gerîlayê HPG’ê Ethem Kocaman (Welat Hêmin) ku di 27’ê Gulanê dema biryara agirbestê ya HPG’ê didomiya de li Zapê di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû, li navçeya Erxenî ya Amedê şîn hate danîn. Şîn, li mala şînê ya li Taxa Îstasyonê hate danîn û bi girseyî hate ziyaretkirin.

Serdan, bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê hate kirin û gelek kes beşdar bûn. Hevserokê DBP’a Amedê Ahmet Dogan, di serdanê de bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo û got ku di vê pêvajoyê de berpirsyartî dikeve ser milê hemû derdoran.

Dogan, got: “Divê em bi destên hev bigirin. Divê ne tenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, em hemû li dijî şer bisekinin.”