Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) gel û nasnameyên cuda li hev civand. Bi navê Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎP) Bariş Atay Mengullu ji HDP'ê bû namzet û li Antakyayê hate hilbijartin. Bariş Atay ku tevî şanogeriya xwe, bi nasnameya xwe ya mûxalîf jî tê naskirin, bi hesasiyeta xwe ya li ser pirsgirêkên welêt û bûyerên civakî tê naskirin.
Atay ku sala 1981'ê li Elmanyayê ji dayik bû, heta sala 1999'an li Elmanyayê ma û piştre li Antakyayê bi cih bû. Di 18 saliya xwe de beşa Biyolojiyê ya Zanîngeha Çûkûrovayê ya Edeneyê qezenç kir. Ji ber eleqeya xwe ya ji bo şanoyê dibistan nîvco hişt û çû Stenbolê. Sala 2004'an ji Beşa Şano ya Zanîngeha Yedîtepeyê mezûn bû. Di gelek rêzefîlm û fîlman de lîst.
Atay sala 2013'an di berxwedana Taksîm Gezî de ku li dijî desthilatdariya AKP'ê kete rojev^,e li refên pêş bû.
Atay ku ji aliyê mûxalîf ê hunerê bawer dike, bi gotina, "Em ê kolanê bigihînin meclîsê, meclîsê bigihînin kolanê" ji ser dika şanoyê derbasî qada siyasetê bû. Ji bo bibe dengê gelek nasnameyên li Antakyayê hate hilbijartin. Yek ji armancên xwe yên sereke ew e ku bandora şerê Sûriyeyê yê li ser Antakyayê bixe rojeva meclîsê.