ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 26'ê Hezîrana 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 26'ê Hezîrana 2018'an.
- Çalakiyên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan we werin şopandin.
- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê û bûyerên di vê derbarê de wê bên şopandin.
- Pêngava şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin, wê were şopandin.
- Parlamenterê Wanê yê HDP'yî Temel bal kişand ser pêkanînên taybet ên li Wanê û diyar kir ku tevî vê yekê jî ew bûn partiya yekemîn, lê belê li ser sedemên kêmkirina 4 pûanan disekinin.
- Welatiyên diçin Şaredariya Erdîşê ku ji aliyê AKP'ê ve hatiye desteserkirin, destpêkê ji aliyê polîsên Tevgera Tîmên Taybet a Polîsan (POH) tên lêpirsîn û piştre destûr ji wan re tê dayin ku bikevin nava avahiyê.
- Li gorî pispor Kenner Joshua-Walker, ji niha û pê ve Tirkiyeyeke hîn bi hêrs heye li hemberî Ewropayê.
- Li dijî êrîşên artêşa Tirk ên ji bo dagirkirina hherêma Bradost û Xakurkê yên Başûrê Kurdistanê, berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê dewam dike.