Partiya Şoreşê: Hilbijartin bi dek û dolab û ne rawa bûn

Partiya Şoreşê: “Biryara hilbijartinê jî di nav de pêvajoya hilbijartinê ji serî heta binî  bi  dek û dolab û ne rawa bû. Tevî vê jî AKP lewaz bû”.

Partiya Şoreşê têkildarî hilbijartinên 24’ê Hezîranê wiha got; “Hilbijartineke ne li ser sindoqan li ser maseyê bû û CHP bi zorê neçar maye encamên hilbijartinê qebûl bike”.

Partiya Yekbûyî ya Şoreşê têkildarî hilbijartinên 24’ê Hezîranê daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got; “Rastiya di van hilbijartinan xuya dike Erdogan hilbijartin qezenç kiriye û hemû astengiyên li pêşiya faşîzmê hatine rakirin.”

‘NE REWA YE’

Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku hilbijartin ne rewa bûn û wiha tê gotin;

“Biryara hilbijartinê jî di nav de pêvaja hilbijartinê ji serî heta binî bi şaîbe û ne rewa bû. Di hilbijartinê de astengiya li pêşiya qesrê ya ku herî girîng dihate dîtin HDP û pêkhateyên wê demek dirêj zext lê hate kirin, zêdetirî 10 hezar endam û rêveberên wê hatin girtin, rojname û organên weşanê hatine girtin, di bin navê tatbîqata polîsan de hate krîmînalîzekirin û hemû pêdiviyên karkirinê ji dest hatiye girtin. Namzetê Serokkomariyê, Hevserokên wê, Hevşaredarên wê rehîn hatine girtin, pêkhateyên wê bê navber di serdegirtinên polîsan de hatine destgîrkirin û bi terora girtinê re rû bi rû mane û wiha derbasî pêvajoya hilbijartinê bûne”.

‘TEVÎ VAN KIRYARAN LEWAZ BÛN’

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di van hilbijartinan de qesir lewaz bûye û wiha didome; “Di serî de neçar man ku bi MHP’ê re koalîsyonê ava bikin. Tû kes nikare îdîa bike ku ev hilbijartin rewa bûn. Encamên hilbijartinan bi hesabe zirav hatien kirin û bi marîfeta YSK’ê xwestin encaman bi gel bidin sepandin. YSK hebûna xwe û qabilyeta xwe ya hilbijartinan winda kiriye.”

‘ZORÎ LI CHP’Ê KIRIN’

Di dawiya daxuyaniyê de wiha tê gotin; “Mirov dikare îdîa bike ku ev ne hilbijartineke ku di sindoqan de hatiye kirin, hilbijartineke li ser masê ye û CHP bi zorê neçar maye ku encamên hilbijartinê qebûl bike”.