Şirîkê faşîst xwest Rewşa Awarte bidome
Partiya nîjadperest MHP ku şirîkê tifaqa faşîst a li Tirkiyeyê ye, diyar kir ku divê Rewşa Awarte bidome.
Partiya nîjadperest MHP ku şirîkê tifaqa faşîst a li Tirkiyeyê ye, diyar kir ku divê Rewşa Awarte bidome.
Alîkarê Serokê Giştî yê MHP'ê Mûstafa Kalayci diyar kir ku ji ber gefa 'FETO' û operasyona li dijî Qendîlê divê Rewşa Awarte bidome.
Kalayci got, "Rewşa Awarte ji kêfa nehat ragihandin. Ji bo rêxistinên terorê ji holê bên rakirin hate danîn."
Kalayci got, "Têkoşîna li dijî PKK'ê negihîştiye asta dawî" û da xuyakirin ku li gorî wan divê dema Rewşa Awarte hinekî din bê dirêjkirin.
Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan di dema kampanya xwe ya hilbijartinê de soz dabû ku wê Rewşa Awarte rake.