Tûnç: YSK û dewletê serokatî diyarî Erdogan kirin!
Namzetê parlementeriyê yê HDP’ê yê Aydinê Ferhat Tûnç diyar kir ku saziyên dewletê hatine dîlgirtin û seroktî ‘diyarî’ Erdogan hatiye kirin.
Namzetê parlementeriyê yê HDP’ê yê Aydinê Ferhat Tûnç diyar kir ku saziyên dewletê hatine dîlgirtin û seroktî ‘diyarî’ Erdogan hatiye kirin.
Namzetê parlementeriyê yê HDP’ê yê Aydinê Ferhat Tûnç diyar kir ku wan li Aydinê dengê xwe zêde kirine û ji ber polîtîkayên antîdemokratîk mafê wan ê parlementeriyê derbasî AKP’ê bûye.
‘ME DENGÊ XWE 23 HEZAR ZÊDE KIR’
Tûnç got ku, “Li Aydinê di van şertên dijwar de me dengê xwe zêde kir û nêzî 70 hezar deng stend. Li gorî hilbijartinên berê, me dengê xwe 23 hezar zêde kir. Lê ji ber pergala hilbijartinê ya bêedalet û zagona tifaqê, mafê me yê parlementeriyê derbasî AKP’ê bû.”
‘PARTIYA ME, DENGÊ AKP’Ê KÊM KIR’
Tûnç di dûmahîka axaftina xwe de got ku, “Desteya Hilbijartinê ya Bilind û saziyên dewletê yên ku di şertên Rewşa Awarte de hatine dîlgirtin, seroktî diyarî Erdogan kirin. Erdogan di du salên dawîn de bi zagon û zextan seroktî bi dest xist, lê li meclîsê negihişt encama xwe dihat xwestin. Sedema vê jî partiya me HDP ye.
HDP’ê lîstikên AKP’ê pûç kir. Ligel ewqas zilm û zordarî û girtina bi hezaran xebatkar, parlementer û şaredaran HDP’ê nêzî % 12 deng stend.”
Tûnç diyar kir ku ew bêmoralî û bêhêvîtiyê qebûl nakin, ew ê têkoşîna xwe bidomînin.