DYA'yê pîroz nekir, daxwaza xurtkirina demokrasiyê kir
Li ser encamên hibijartinên Tirkiyeyê di daxuyaniya DYA de hate gotin, ku divê li Tirkiyeyê nêrînên cuda werin temsîlkirin û demokrasî bê xurtkirin.
Li ser encamên hibijartinên Tirkiyeyê di daxuyaniya DYA de hate gotin, ku divê li Tirkiyeyê nêrînên cuda werin temsîlkirin û demokrasî bê xurtkirin.
Piştî ku Recep Tayyîp Erdogan di hilbijartinên hîleyî de weke serokkomar hate hilbijartin, tê zanîn ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trump heta niha ji bo pîrozkirinê li Erdogan negeriya ye.
Lê belê di daxuyaniya Qesra Spî de hate ragihandin ku ji bo Trump û Erdogan bi rêya telefonê bi hev re biaxivin, hewldan hene. Berdevka Qesra Spî Sarah Sanders got, ew alîgir in ku 'pirsgirêkên têkiliyên herdu aliyan' bên çareserkirin.
Wezareta Karên Derve ya DYA jî ji Tirkiyeyê xwest ku hurmetê nîşanî nêrînên cuda û demokrasiyê bide. Balkêş e ku di daxuyaniya Wezareta Karên Derve de pîrozbahî li Erdogan û AKP'ê nehatiye kirin.
Berdevkekî wezaretê ji AFP'ê re axivî û got, Erdogan jî di nav d ew dixwazin hemû nêrînên cuda yên li welêt ên hatin hilbijartin bên temsîlkirin. Berdevk ji bo xurtkirina demokrasiyê bang kir.
DYA û Tirkiye bi taybetî li ser polîtîkaya êrîşê ya li dijî Rojava, têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê, radestkirina Fethûllah Gulen û oldarê Xiristiyan ê li Tirkiyeyê dîl hatiye girtin, di gelek mijaran de li hev nakin.