Desteya wezîran li dijî dagirkeriyê dewleta Tirk li hev civiya

Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî li dijî dagirkeriya Tirk desteya wezîran li hev civand. Endamên Eniya Neteweyî jî heyetekê dişîne Bexdayê.

Desteya Wezîran a Iraqê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê li hev civiya û ji bo pêşîgirtina li êrîşan hin biryar stend.

Civîn doh êvarê pêk hat û piştre ofîsa Serokwezaretiyê daxuyaniyek da.

'EM ÊRÎŞKARIYA LI SER AXA XWE QEBÛL NAKIN'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li ser êrîşên Tirkiyeyê yên hewayî û bejahî yên li nava axa Iraqê nîqaşeke berfireh hate kirin. Di civînê de ku Wezareta Parastinê, Mûxafizên Sînor, Wezareta Parastinê ya Hewayî û Wezareta Karên Derve tevlî bû, li ser dagirkeriya dewleta Tirk nîqaş hate kirin.

Em her şêweyê êrîşkariya li dijî xaka Iraqê red dikin. Ji bo redkirina her şêwe êrîşên li ser axa Iraqê, vegerandina ji van êrîşan û parastina sînor, hin rêze biryar hatin stendin.

Ji bo pêşî li binpêkirina axa Iraqê were girtin, divê rêbazên dîplomatîk werin bikaranîn. Artêş û komîteya operasyonên hevpar, komîteya îstîxbarat û ewlekariyê ya Wezareta Parastinê, hêzên sînor û navxweyî û Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî wê rapor û pêşniyarên xwe yên li ser êrîşan di dema herî kin de amade bikin. Rapor wê yek bi yek bên nirxandin.

Her wiha Meclîsa Iraqê ji bo kontrolkirina sînor, bikaranîna teknolojiyên nûjen û ewlekariyê, hin prosedur hatin nirxandin."

ENIYA NETEWEYÎ DIÇE BEXDAYÊ

Endamên Eniya Neteweyî jî ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk di nava hewldanan de ye, diçe Bexdayê.

Ji Eniya Neteweyî Hêrîş Berzencî got, "Em ê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk heta dawiyê hewl bidin. Rojên bê em ê heyetekê bişînin Bexadyê. Heyet wê bi Serokkomarê Iraqê Fûad Masûm, nûnerên partiyan û rayedaran re hevdîtinê bike. Em dixwazin dagirkeriya heyî bînin rojevê."