BI DÎMEN

Gunduz: Em ê daxwazên xwe ji Amedê ragihînin cîhanê

Hevserokê DBP'ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gunduz anî ziman ku wê banga azadî û danûstandinê ji Amedê bikin û got, "Em ê daxwaza gelê Kurd ji Amedê bigihînin raya giştî ya cîhanê."

TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ

Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) yê Bajarê Amedê Mehmet Şîrîn Gunduz bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê ku mînakeke wê li cîhanê nîne û ji aliyê hiqûqî û mirovî ve bingeheke xwe nîne û destnîşan kir ku hikumeta Tirk bi polîtîkaya tecrîdê sûc dike. Gunduz anî ziman ku polîtîkayên şer, talana ekolojîk û krîza aboriyê, encama tecrîdê ye û got, bi vî rengî bi tecrîdê pêşî li çareseriyê tê girtin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tecrîdkirî ye, 42 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ku 10'ê Cotmeha 2023'an de destpê kir, derbasî qonaxeke nû bû. Platforma Saziyên Demokratîk 12'ê Îlonê li Stenbol û Amedê daxuyanî da û ragihand ku bi dirûşma 'Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê dicivin' di 13'ê Cotmehê de li Amedê mîtîngeke mezin lidar bixe. Hevserokê DBP'ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gunduz ji ANF'ê re axivî û qala girîngiya tevlîbûna li mîtîngê kir.

TECRÎD LI HER QADA JIYANÊ YE

Gunduz diyar kir ku atmosfera tecrîdê serwer e û got, "Tecrîd îro ne tenê li Îmraliyê ye, li Kurdistanê û li her qada jiyanê ya Kurdan giran bûye. Di şexsê Birêz Ocalan de gelek tê tecrîdkirin. Polîtîkaya asîmîle û tinekirinê ya sed salî ya aqlê dewletê bi rengê polîtîkaya şerê taybet a li dijî Kurdan derdikeve pêşiya me. Ji ber vê jî em tecrîdê weke tecrîdkirina kesekî yan jî tecrîda li girtîgehekê nabînin. Ji aliyê hiqûqî ve bingeheke xwe nîne. Encama nêzîkatiyeke dijminane û polîtîbûyî ye. Ev tecrîd bandorê li cografyaya me, li tevahiya Rojhilata Navîn dike. Şert û mercên tecrîdê yên ku ji aliyê hiqûqî û mirovî ve bêbingeh e, li cîhanê mînakeke wê nîne. Tirkiye bi polîtîkaya tecrîdê sûc dike."

Gunduz destnîşan kir ku krîzên giran ên bandorê li civakê din ên mîna polîtîkayên şer, talankirina ekolojîk û krîza aboriyê encama tecrîdê ne û bi dewamî got, "Di nava gel de kêr êdî gihîştiye hestî. Çareseriya van krîzan hemûyan ew perspektîf in ku Birêz Ocalan wê pêşkêşî gel bike. Qutkirina têkiliyê ya bi temamî, pêşî li çareserî û diyalogê digire. Desthilatdariya ku ji çareseriyê direve, bi biryar e ku welêt ber bi kendêl ve dehf bide. Daxwazên civakê ji nedîtî ve tê û hewl dide hebûna xwe dewam bike. Hewl dide tecrîd nekeve rojevê. Mîna ku rojeveke bi navê tecrîdê nîne tevdigere. Her tiştên ku ji nedîtî ve tê em ê biqîrin û nîşan bidin. Medya Tirk ti ji çalakiyên li dijî tecrîdê nabîne û nîşanî civakê nade. Em jî li hemberî vê yekê li her derê çalakiyên xwe dewam dikin. Heta ku desthilatdariya AKP'ê rojeva tecrîdê cidî bibîne û bi Birêz Ocalan re dest bi pêvajoya diyalogê bike; heta ku azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan bê misogerkirin em ê ji van çalakiyên xwe paşve gavê neavêjin."

EM Ê JI AMEDÊ RAGIHÎNIN TEVAHIYA CÎHANÊ

Gunduz ji bo mîtînga 13'ê Cotmehê banga tevlîbûnê li gel kir û got, "Em azadiyê li dijî tecrîdê, diyalogê li dijî tecrîdê, çareseriyê li dijî tecrîdê diparêzin. Li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş hene. Gelek girtî hene ku cezayê li wan hatiye birîn qediya ye lê belê nayên berdan. Li gorî şert û mercên girtîgehê em dixwazin ku hemû girtiyên nexweş bêne berdan. Em daxwaza azadiya hevalên xwe yên dîlgirtî dikin. Em dixwazin tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bê dîtin, ku tecrîd li nava gelê Kurd nayê qebûlkirin. Em ê van daxwazên xwe li mîtînga xwe ya li Amedê biqîrin û bang li gelê xwe dikin ku tevlî mîtîngê bibe. Divê gelê me banga azadî û danûstandinê ji Amedê bike, destê aştiyê ji Amedê dirêj bike. Em ê daxwaza gelê Kurd ji Amedê bigihînin raya giştî ya cîhanê."