Serdegirtin hate şermezarkirin: Hûn nikarin Kurdan bêdeng bikin!

Serdegirtina li MED-DER û Payîz Pirtûkê li Amedê hate şermezarkirin û hate gotin, "Hûn nikarin Kurdan bêdeng bikin."

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê daye destpêkirin de polîsan serê sibehê bi ser Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Kooperatîfa Perwerdehiya Ziman û Hunerê ya Ankayê ya ku kargehên perwerdehiya pirzimanî û hunerê li dar dixe û Payîz Pirtûkê de girtin. Bi biryara 4’emîn Dadgeha Cezayê Sulh a Amedê gelek pirtûk, kovar, rojname û materyalên dîjîtal ên li komeleyê û pirtûkxaneyê hatin desteserkirin û herî kêm 19 kes hatin binçavkirin. Serdegirtina polîsan di pêşengtiya MED-DER’ê de li ber avahiya komeleyê bi daxuyaniyekê hate şermezarkirin.

Ji bilî gelek nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî yên li bajêr gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Beşdarvanên ku lolîpopên li ser nivîsa “Zimanê azad, civaka azad” dinivîsî hilgirtin tîşortên ku li ser “Ziman xwebûn e” li xwe kirin. Di daxuyaniyê de pankarta “Her dem kurdî her der kurdî” hate vekirin û dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” , “Bijî zimanê kurdî” û “Zimanê me rûmeta me ye” hate berzkirin.

Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sûltan Yaray a ewilî axivî, anî ziman ku tevî hemû êrişan gelê kurd dest ji hebûna xwe bernedaye û wiha got: “Tiştek nema bi serê gelê kurd nehatî. Lê dîsa jî gelê kurd dest ji hebûna xwe berneda. Bila hemû cîhan zextên li ser gelê kurd bibîne. 2 milyon zarokan dest bi perwerdeyê kir. Zarokan nekarî bi zimanê dayika xwe dest bi perwerdê bikin. Gelê kurd ne kurdên beriya sed salan e. Hûn nikarin bi tirsê wan biqûtifînin. Kurd ji mirinê ne tirsan, her tim xwedî li zimanê xwe derketin. Hemû hevalên me yên perwerdeya ziman didin hatin binçavkirin, Bila baş bizanin ku em bi ziman û nasnameya xwe hene.”

Yaray, bi lêv kir ku êriş girêdayî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û got: “Di kesayeta Abdullah Ocalan de dixwazin gelê kurd bêdeng bikin. Lê hûn nikarin kurdan bêdeng bikin.”

Dû re Xebatkarê MED-DER'ê Mehmet Asena daxuyanî xwend. Asena, bi bîr xist ku di encama serdegirtinên malan de gelek xebatkarên zimanê kurdî hatine binçavkirin û wiha got: "Em baş dizanin ku ev êrişên wiha li dijî zimanê kurdî, çand, nasname û nirxên gelê kurd in. Ev êriş li dijî daxwaza gelê kurd a azadiya zimanê kurdî, perwerdeya bi kurdî, statuzekirin û fermîkirina zimanê kurdî ne. Û em baş dizanin ku ev êriş parçeyek ji êrişên li dijî hemû nirxên me kurdan ên dîrokî, neteweyî û civakî ne; parçeyek ji dorpêçkirin, tecrîd û hewldanên ji holêrakirikirina têkoşîna azadiya gelê kurd in. Ev êriş jî wek hemû êrişên din bi taybetî parçeyek ji tecrîda li ser birêz Abdulah Ocalan û hemû dîlgirtiyên azadiyê ye."

Asena, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber vê divê hêzên serdest û desthilatdar, pergala AKP'ê û MHP'ê ya nîjadperest û faşîzan baş bizanin ku em ê li dijî êrişên wiha heta dawiyê têkoşîna xwe bimeşînin. Bi taybetî em careke din tînin bîra wan ku zimanê kurdî hebûn, xwebûn, rûmet, nasname û nirxê me kurdan ê bingehîn e. Xeta me ya herî sor a neteweyî ye. Divê baş bizanin ku zimanê kurdî ne tenê nirxê neteweya kurd e, di heman demê de nirxekî bingehîn ê mirovahiyê ye. Ji dîrokê heta îro ji gelek ziman, çand û ramanên civakî re bûye jêderk û çavkaniyeke bingehîn. Ji ber vê yekê her cureyên êrişên li ser zimanê kurdî ne tenê êrişên li ser me kurdan in, di heman demê de êrişên li ser mirovahiyê ne; hovîtî û sucekî li dijî mirovahiyê ne.

Divê hêzên ku êrişî saziyên zimanê kurdî dikin û dixwazin têkoşîn û xebatên zimanê kurdî ji holê rakin û dixwazin dor li zimanê kurdî bigirin, dorpêç bikin û di nava demê de bihelînin û ji holê rakin baş bizanin ku; em kurd bi dehan sal in ji bo azadiya ziman û hemû nirxên xwe yên neteweyî têkoşîneke bêhempa didin, me li dijî tu zext û êrişan serî netewandiye û dê tu caran jî serî netewînin û têkoşîna xwe her dem û li derê xurtir û betfirehtir bikin. Berdêla wê çi be bila bibe em ê bi tu awayî ji têkoşîna xwe ya ji bo serbestî, azadî, fermîbûn, perwerde û statuya kurdî gav paşve neavêjin."

Asena, êrişên li ser zimanê kurdî û hemû nirxên neteweya kurd bi tundî şermezar kirin û wiha berdewam kir: "Ji hêzên desthilatdar re dibêjin hemû hevalên me yên di bin çavan de demildest serbest berdin; li şûna êrişan hemû astengiyên li pêşiya zimanê kurdî rakin, ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê, zimanê fermî û xwedî statu di makezagona xwe de guhertinên pêwîst pêk bînin û çi pêwîst be bikin. Ji bo vê jî tecrîda li ser birêz Abdulah Ocalan rakin, ji bo çareseriyeke demokratîk hevdîtinan bidin destpêkirin."

Asena got ku "Em bi taybetî bang û gazî li hemû gelê xwe, hemû partî, sazî, platform, rewşenbîr, hunermend û derdorên civakparêz. zimanparêz, welatparêz, şoreşger, demokrat, mirovahîparêz û xwedî wijdan dikin ku em bi hiş û giyanê seferberiyê li her qadê têkoşîna ji bo zimanê kurdî û hemû nirxên neteweya kurd bilind bikin, hemû kurd bibin kurdîparêz, bibin têkoşerên zimanê kurdî, her derê bikin mal, fêrgeh, dibistan û zanîngehên kurdî; û ji bîr nekin ku êrişên li ser zimanê kurdî û tecrîda li ser birêz Abdulah Ocalan rasterast bi hev re têkildar e" û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Ji ber vê yekê em li dijî tecrîdê jî rêxistinbûn û têkoşîna xwe li her qadî bilindtir û firehtir bikin. Li ser vê bingehê em dibêjin; Zimanê kurdî hebûn û rûmeta me ye! Bijî zimanê kurdî! Her bijî têkoşîna ji bo zimanê kurdî! Ji bo zimanê kurdî her dem û her der têkoşîn, rêxistinbûn û xebat!"

Piştre Serhat Eren bal kişand ser nêzîkatiya dijminatiya kurdan û wiha axivî: “Yê ku dijminatiya kurdan dike, di hemen demê de dijminatiya zimanê xwe jî dike. Ji ber nêzîkatiya nijadperstiyê, nikarin bêjin tecrîd jî dijminatiya kurdan dikin. Kesên wiha di heman demê de neyartiya zimanê xwe jî dikin. Yên ku neyartiyê pêk tînin herî zêde di mijara zimanê kurdî de neyartiyê dikin. îro serê sibê polîsan avêtin ser saziya zimanê kurdî MED-DER’ê.  Li Stenbolê, Îzmîrê, Mêrdînê û Amedê gelek havalên me binçav kirin. Ev hevalên me yên li bajarên din binçav kirine, ez bawerim wê bînin Amedê.”

Eren bal kişand ser biryarên qedexeyê yên derbarê lêpirsîn û hevdîtina parêzeran û wiha got: “Dadgehê derbarê binçavkirinan de biryara qedexekirinê girtiye. Di heman demê de ji bo hevdîtina bi parêzeran jî biryara qedexekirinê hatiye dayîn. Em di serî de vana şermezar dikin. Di naveroka binçavkirinan de tiştekî wekî sûcekî mezin nîn e, lê belê dixwazin di raya giştî de rewşekî wisa ava bikin. Armanca biryara qedexeya lêpirsînê û hevdîtina bi parêzeran re jî di raya giştî de wekî mijarekî girîng nîşandan e. Ew jî, em jî, hevalên me jî dizanin bê ka sedema van binçavkirinan çi ye. Sedema van binçavkirin, zext û zordariya wan, dijminatiya gelê kurd e, dijminatiya zimanê kurdî ye.”

Eren dijminatiya li hemberî kurd bi bîr xist û di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ew naxwazin zimanê kurdî di jiyana aborî û civakî de were axaftin. Naxwazin di zimanê kurdî de perwerde were dayîn, naxwazin li tu qadan zimanê kurdî were axaftin. Sed sal in hemû zimanên neteweyên li erdnîgariya Tirkiyeyê dijîn, asîmîle kirin. Lê belê wan di sed salên dawî de bi her cure zilm, zordarî û êrişan nekarîn zimanê kurdî asîmîle bikin. Hers û kîna wan ji vê tê. Bi awayekî bêhiqûqî davêjin ser saziyên me û hevalên me binçav dikin. Em ê vê yekê qebûl nakin.”

Eren da zanîn ku ziman hebûn û jiyana kurdan e û wiha dom kir: “Hûn êrişî hebûna kurdan dikin, hûn êrişî hebûna jiyan û zimanê kurdan dikin. Em dibêjin, êm ê zimanê xwe biparêzin. Hûn ê nikarin êrişî kurdan û zimanê kurdan bikin. Heta ku yek kurd jî bimîne, ew ê di nava civakê de, di nav jiyana civakê de cih bike. Heya zimanê kurdî nebe zimanê perwerdeyê, nebe zimanê fermî dê ev Destûra Bingehîn a nijadperest neguhere. Heya zimanê kurdî di vê Dedstûra Bingehîn de cihê xwe negire, em ê dengê xwe qût nekin, em ê li ber xwe bidin, êm ê têkoşîna hebûna xwe, zimanê xwe, çanda xwe û nasnameya xwe bidomînin, em vê yekê pêk bînin. Bila viya baş bê zanîn. Ev sed sal in me tu caran serê xwe netewandiye, em ê netewînin. Bila viya baş were zanîn.”

Eren îşaret bi têkiliya polîtîkayên tecrît û dijminatiya li dijî zimanê kurdî kir û ev tişt gotin: “Vê yekê em çend sal in tînin ziman. Tecrîd li derekî dest pê dike. Saziyên sivîl, partiyên siyasî ku li hemberî vê yekê bertek nîşan nedin, li hemberî tecrîdê bertgek nîşan nedin dê bandora vê yekê  berifreh bi ser jiyana gel, civak û her derê bike. Ji bo vê yekê bangawaziya me ev e. Ev ne pirasgirêka zimanê kurdî ye. Armanc ne tenê kurd û zimanê kurdî û nasnameya kurdan e. Ev êriş êrişa li dijî gelê Tirkiyeyê bi xwe ye. Lewma divê sazî û dezhehên li Tirkiyeyê, partiyên siyasî li hemberî vê operasyona qirkirinê ya siyasî, operasyona zimanê kurdî, bertekekî xweş nîşan bidin. Heke hûn nikarin vê yekê bikin, nerazîbûna xwe bînin ziman. Ku hûn vê yekê nekin wê siberojê berê xwe bidin we jî. Ew ê ku neyartiya zimanê xwe dikin, qedexeya zimanê xwe jî dikin, çavên wan tarî bûye. Dê li gel zimanê kurdî zimanê vî miletî, zimanê tevahiya gelên Tirkiyeyê qedexe bikin. Lewma em dibêjin bila her kesek bertekên xwe nîşan bide. Bila hevalên me yên binçavkirî baş zanibin dê tu caran saziyên me bêxebatkar namînin. Sed sal in têkoşîna me li vê derê berdewam kiriye. Her kesekî kurd, mamosteyek e. Her kesekî kurd xebatkarek e. Lewma ew ala ku me li wan dewr girtiye dê tu caran nexin xwarê. Em ê her carê billind bikin û em ê ji bo zimanê xwe jî li ber xwe bidin.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. Pişt re hate ragihandin ku ji bo serdegirtina MED-DER’ê bê şermezarkirin wê saet 17.30’an li Qada Şêx Seîd daxuyanî bê dayîn.