Polîsên Tirk bi ser MED-DER’ê û Payîz Pirtûkê de girtin

Polîsên Tirk bi ser avahiya MED-DER’ê ku dersên zimanê Kurdî dide û bi ser Payîz Pirtûkê de girtin. Her wiha gelek kes hatin binçavkirin.

Polîsên Tirk vê sibêhê li Amedê bi ser avahiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ku xebatên zimanê Kurdî bi rê ve dibe û avahiya Payîza Pirtûkê ve girtin. Hat zanîn ku gelek xebatkarên MED-DER'ê hatine binçavkirin. Li avahiya MED-DER'ê û Payîz Pirtûkê lêgerîna polîsan didome.

Ji sala 2017'an vir ve MED-DER li Amedê dersên zimanê Kurdî dide. 

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî polîsan bi ser gelek malan de girt. Hat zanîn ku rêveberên HDP'ê yên berê Necla Kaya, Abdulganî Ferîtogûllari û Yasemîn Demîrkaya jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku binçavkiriyan birine Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr.